$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Jînda Cûdî
Nav paşav: Jiyan Konûr
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Fatma-Tahîr
Dem û cihê şehadetê: 12'ê Hezîrana 2022 / Wan
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêya me Jînda li navçeya Silopiya ya Şirnexê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû û mezin bû. Ji ber kuk malbat û derdora hevrêya me Jînda welatparêz bû, firsend dît ku PKK'ê ji nêz ve nas bike. Di salên 1990'î de mezinbûna li nava malbateke welatparêz a şehîdên xwe hene, kir ku hevrêya me Jînda di ciwantiyê de ji gerîla hez bike û bibe xwedî hurmet. Hevrêya me Jînda zext û zilma li her malbateke welatparêz dihate kirin ji nêz ve dît û dest bi lêpirsîna vê yekê kir. Li dijî vê zilmê bi kîn û nefreteke mezin kete nava lêgerîna têkoşînê. Di salên xwendina Zanîngehê de bi rengekî çalak tevlî karên ciwanan û gel bû. Piştî ku Rêber Apo xwend, dilsoziya xwe ya hestewarî veguherand ya hişmendiyê. Di van salan de hîn û nefreta xwe fêhm kir û pê hesiya ku bi têkoşînê dikare azad bibe. Ji ber karên xwe yên çalak, ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve sê caran lêpirsîn der heqê wê de hate destpêkirin. Lê belê hevrêya me Jînda bi mezinkirina têkoşînê bersiv da van êrîşên zext tirsandinê. Bi daxwaza xwe ya di nava kar de pêşengî ji hevrêyên xwe re kir û piştî demekê gihîşt wê baweriyê ku têkoşîna ew dimeşîne li hemberî polîtîkayên dewleta Tirk a mêtinger ên qirkirina gelê Kurd têrker nîne û biryar da ku têkoşînê mezintir bike. Piştî ku çeteyên DAÎŞ'ê yên barbar bi piştgiriya dewleta Tirk êrîşî Rojava kir, hevrêya me Jînda bersiva herî bi wate da banga seferberiyê ya Rêberê me û sala 2015'an ku hingî di pola destpêkê ya beşa hemşîretiyê ya Zanîngeha Mersînê de bû, biryar da tevlî nava refên gerîla bibe.
Hevrêya me Jînda ku berê xwe da çiyayên Kurdistanê yên azad, kete bin bandora têkiliyên xurt ên hevrêtiyê yên li nava gerîla û bi kelecaneke mezin bi jiyana gerîla re bû yek. Di dema destpêkê ya tevlîbûnê de ji xeta Zîlan bi bandor bû, dilsoziya hevrê Zîlan a li Rêbertî ji xwe re kir bingeh û di şer û jiyanê de hewl da mîna Zîlan be. Piştî ku perwerdeya şervanên nû temam kir, demekê pratîkeke serketî kir û bi girîngiya perwredeya pisporiya leşkerî hesiya, demekê tevlî vê perwerdeyê bû. Di pêvajoya perwerdeyê de bi vê sekna xwe û tevlîbûna çalak li nava hevrêyên xwe bû cihê hezkirin û hurmetê û pêvajoya perwerdeyê bi serketî qedand. Ji ber hunera xwe ya hînbûnê û parvekirina bi hevrêyên xwe re, li dû bidawîkirina pêvajoya perwerdeyê di perwerdeyên pisporiya leşkerî de bi erka fermandariyê rabû. Mîna ku di her wezîfe û berpirsyariyê de kir, di vê wezîfeyê de jî ji bo serketinê têkoşiya. Di pisporbûyîn û profesyonelbûyîna gelek hevrêyan de bû xwedî kedeke mezin. Bû yek ji fermandarên me ku pêşengî ji pratîkkirina taktîkên dema nû ya gerîla re kir. Hevrêya me Jînda ku ji aliyê leşkerî ve gihîşt asteke bilind, gihîşt wê baweriyê ku ji aliyê îdeolojîk ve jî divê gerîla xwe bi pêş ve bibe û gerîla nikare li ser lingekî bisekine, asta pêşketina leşkerî divê ji aliyê îdeolojîk ve jî pêk were. Li ser vê bingehê piştre li Akademiya Jinê ya Azad a Şehîd Bêrîtan tevlî perwerdeyê bû. Di vê perwedeyê de bi xurtî li xwe pirsî û firsend dît ku kûr bibe. Bi vî rengî bi pêş ket. Li ser felsefeya azadiya jinê ya Rêber Apo kûr bû, ji bo pîvanên jin a azad bixe meriyetê, têkoşîneke mezin meşand.
Li dû pêvajoya perwerdeyê ya serketî hevrêya me Jînda derbasî Wanê bû. Li vir tiştên ku di perwerdeyê de hîn bû, hewl da bixe meriyetê û hînî hevrêyên xwe bike. Di nava kelecana grîlatiya Bakur de ku xeyalê her gerîlayî ye, hevrêya me Jînda ev kelecana xwe di her qada jiyanê de nîşan da. Bi sekna xwe ya li nava jiyanê li nava hevrêyên xwe bû cihê hurmetê. Mîna li her qada lê ma li Wanê jî wezîfeyên xwe bi rengekî serketî bi cih anî û ji bo serketina teqez têkoşiya. Di karê gerîla yê profesyoneliyê de yê gelek hevrêyan û di gelek çalakiyan de ku bi rê û rêbazên dema nû derb li dijmin hate xistin, keda hevrêya me Jînda hebû. Li vê qadê tevlî gelek çalakiyan bû û derbên mezin li dijmin xist.[1]