$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Sason Xelîl
Nav paşnav: Gokhan Toktaş
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Nadîre-Îzzettîn
Dem û cihê şehadetê: 2'ê Tebaxa 2022 / Kato
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Sason, li navçeya Şaxê ya Wanê ji malbateke welatparêz çêbûye. Derdora ku lê jiyaye ji ber ku welatparêz bûye û Tevgera me her ku çûye bandora xwe li herêma Wanê zêdetir kiriye, hevrêyê me Sason jî Partiya me PKK nas kiriye. Êrîşên bi ser gelê me de û polîtîkayên qirkirinê yên dijmin jî kirine ku hevrêyê me Sason hay ji vê hişmendiyê çêbibe. Bi sekina gerîla ya bi îrade û tu tawîzê nade van polîtîkayên dijmin, bûye sedem hevrêyê me Sason dest bi lêgerînê bike û xwestiye ku têkoşîna me ya gerîla ji nêz ve nas bike. Êrîş û qetilamên DAÎŞ’ê bi ser gelê me de bi hevkariya dagirkeran, hevrêyê me Sason sewqê tevlêbûna têkoşînê kiriye û bi hişmendiya ku qada têkoşînê ya herî rast û encam bigire refên gerîla ne, sala 2014’an tev li nava refên gerîla bûye.
Bi tevlêbuna nava refên gerîla, bi perwerdehî û zanînên ku ji hevrêyên bi tecrûbe girtine di demeke kin de şareza bûye û ji bo hilanîna tola gelê me berê xwe daye Kobanê û dîl ketiye destên dijmin. Hevrêyê Sason ku demeke dirêj di zindanên dijmin de maye li vir jî sekina xwe ya bi mîlîtanî parastiye û li dijî êşkence û polîtîkayên bêzarkirinê bûye parêzkarekê bi israr ê kevneşopiya berxwedanê ya zindanan. Qada zindanê ku wek qada Rêbertiyê jî tê zanîn ji xwe re wek akademiyekê dîtiye û xwe şarezakirina di felsefeya Rêbertiyê de ji xwe re kiriye asas.
Bi sekinandina li ser xwe, bûye xwediyên teybetiyên mîlîtanî yên Apoyî û bûye xwediyê hişmendiya ku mirov encax xwe di bîrdoza Apoyî de şareza bike dikare dijmin têk bibe. Hevrêyê me Sason ku piştî berxwedana xwe ya bi rûmet ji zindanê azad bûye dîsa berê xwe daye çiyayê Kurdistanê û li têkoşîna gerîlatiyê dewam kiriye. Bi sekinandina li ser xwe di zindanê de, guherînên di têkoşîna me ya gerîlatîyê de qewimîne, awayên berpêbûnê yên dijmin baş fam kirine û yekcar bi kelecan û bi coş li têkoşîna xwe dewam kiriye. Perwerdehiyên bîrdozî yên di zindanê de girtine û tecrûbeyên xwe yên leşkerî li hev xistine û wek fermandarekê şareza yê serdema nû pêşengî ji hevalên xwe re kiriye. Bi tevlêbûna xwe ya bi fedakarî û bi jidiliya xwe ya di hevrêtiyê de ji hemû hevrêyên xwe re bûye hêz û tev li çalakiyên li qada Katoyê li dijî dijmin hatine lidarxistin bûye û hem xwestiye tola gelê me hilîne hem jî erka xwe ya mîlîtaniyê bi layiqî bi cih bîne. [1]