Navê pirtûkê: 55 Çîrokên 38 salan
Navê nivîskar: #Şehînê Bekirê Soreklî#
Cihê çapkirina pirtûkê: Kobanî
Navê çapxaneyê: weşanxaneya AVA
Sala çapê: 2020
Rûpel: 424
Bergsaz: Enterê Şewo
Pirtûka 55 Çîrokên 38 salan ya mamoste Shahînê Soreklî ji weşanxaneya AVA derket.
Naveroka çîrokên di vê pirtûkê de xwe bi gellek mijaran ve peywendîgir dikin, mijarên civatî, siyasî, olî, mirovahî û felsefî jî di nav de hene. Hinek ji van çîrokan bi tevahî xeyalî ne; di hinekên din de xeyal û rastî dikevin nav hev, û di hinekan de şopên ji jiyana nivîskêr û bandorên ji tecrûbeyên jiyana wî dê hebin.
Di vê pirtûkê de 51 berhemên Shahîn bi xwe û 4ên ji Almanî û Înglizî hatine wergerandin hene. Ji berhemên wî bi xwe, ya yekemîn sal 2019 hatiye nivîsandin û ya dawîn sal 1981.[1]