$Danasînek li ser dîwana #Seydayê Tîrêj#$
Em ê dîsa vê carê bi xeleke nû ji bernameya danasîn pirtûkekê ji pirtûkên kurdî (kurmancî) bi we bidin naskirin. Em ê bi hev re dîwana seydayê Tîrêj ku ji weşanên peywend derketiye, di nava xwe de sê berhemên wekî ''Xelat, Zozan û Cûdî'' dihewîne, nas bikine.
Seydayê Tîrêj di sala 1923'an de li gundê Nicmokê ya ser bi bajarê Hesekê ji dayîk bûye. Weke gelek helbestvan û rewşenbîrên kurd, seydayê Tîrêj jî li medreseyan fêrî xwendin û nivîsandinê dibe. Piştî Cegerxwîn, Qedrî Can, Hesen Şiyar û Nûredîn Zaza nas dike, hezkirina hebestê di dilê wî de kûrtir dibe. Bi teesîra van kesayetan weke welatparêzekî kurd, di nava xebatên siyasî de jî cihê xwe digire.
Di sala 1952'an de ji hêla Rêjîma Baas a Sûriyayê ve tê girtin û qismek ji dîwana wî ya hlbestan tê windakirin. Seydayê Tîrêj, her çiqas hinek kurteçîrok û mewlda kurmancî jî nivîsandibe jî, lê wî bêhtir helbest nivîsadiye û bi berhemên xwe yên wekî ''Xelat, Zozan û Cûdî'' tê nas kirin. Seydayê Tîrêj di sala 2002'an de li bajarê Hesekê diçe ser dilovaniya xwedê.
Helbestvanê nemir seydayê Tîrêj di hevpeyvîneke xwe de wiha dibêje:
''Ez hêvî dikim ku ciwanên kurd nifşên pêşerojê li zimanê xwe yê dayîkê xwedî derkevin û girîngiyê bidin dîroka xwe ya kurdî, ji ber ku pêdviya me bi çandê heye, da ku em bikaribin têkoşîna ji bo doza me ya rewa û dadmend bi rêve bibin.''
Pirtûkên seydayê Tîrêj ên bi navê Xelat (1985), Zozan (1990), û Cûdî (1998), destpêkê li Beyrûtê hatine çapkirin. Weşanên Peywendê jî ev her sê xebatên Tîrêj di pirtûka Dîwan (Xelat – Zozan – Cûdî) berhev kir û çap kir. Seydayê Têrîj li êar aliyên kurdistanê bi nav û deng e. Gelek helbestên wî bi riya stranan di nava gel de hatine gotin û ezber kirin. Bi riya vê berhema xweşik û hêja xwendekarên kurd dikarin bi berhemê bixwînin û pey rih û hinavên xwe têr bikin.
“Ji dil me hilda, pêteke şewat
Wek pêlê derya, hilat û dahat
Çûna ser gora, Qadî Mihemed
Canfedayê Kurd, şehîdê welat
(...)
Va Kurd bi carek, hemî li kar in
Tev bi silah in, bi kar û bar in
Şîhîn ji hespan, xweş tên didin deng
Pîkolê dikin, bo şer li kar in”
Seydayê Tîrêj dildarê zimanê kurdî û axa kurdistanê bû, welat li cem wî tişta herî pîroz û girîng bû. Lewma di hebestên wî de bêhtir qala evîna erdnîgariya kurdistanê dike, tê de rih û hîsên netewî derdikevin pêş û di gelek xêzên xwe de cih dida çem, av, robar û kaniyên kurdistanê Her wiha banga serhildanê li ciwanên Kurd dike û dixwaze her ciwanekî Kurd keleha tirsê hilweşîne.
“Xortê jîr û xwendevan, çare û ûmîda millet
Rabe ji xew tu carek, serê roja me derket
Xwe rapêçe birader, ji bo kar û xebatê
Kes nemaye di xew de, cîhan pêk ve li hev ket''
$Çavkanî:$
-Ji destnivîsa Abdurehman Gok, Seydayê Tîrêj ji kaniya dilê xwe mîrateyeke bêhema ji gelê xwe re hîşt.
-Ji rûpela pelfilm, li ser dîwana seydayê Tîrêj.
-Ji rûpela bernamegh.
[1]