Derhêner Hewraz Mihemed derbarê rola hunermendan a li dijî siyaseta dagirkeriya Kurdistanê de got, “Em niha di qonaxa piştî peymana parçekirina Kurdistanê de ne, erkê hunermend, rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd ew e ku nefretê ji tevayî wan peymanan bikin û ji bo hişyarkirina civaka Kurd di nava xebat û têkoşînê de bin.”
100 sal di ser Peyman Lozanê re derbas dibin. Bi vê peymanê, Kurdistan bi ser her çar dewletên Tirkiye, Iraq, Îran û Suriyeyê de hat parçekirin. Di nava 100 salên bihurî de dewletên dagirker bi her rengî xwestin gelê Kurd tine bikin, lê nekarîn. Niha jî dewleta Tirk a dagirker hewl dide Başûrê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê dagir bike. Derbarê helwêst û rola hunermendan a li dijî vê siyasetê û dagirkeriyê dewleta Tirk de, derhênerê sînemayê Hewraz Mihemed axivî.
$Hewldana Kurdan a ji bo şoreşê$
Destpêkê, derhêner Hewraz Mihemed da zanîn ku civaka navdewletî berpirs e di beramberî jenosîd û hewldanên ji bo tinekirina Kurdan de û got, “Karesatên ku di nava 100 salên bihurî de li her çar parçeyên Kurdistanê rû dan, derencama wan pîlanên navdewletî yên li beramberî Kurdan bûn.” Hewraz Mihemed da zanîn ku di nava 100 salên bihurî de Kurdan bi şoreşên xwe hewl daye serbixwe, azad û xwedî îrade bin, lê nekarîne bigihin vê armancê. Hewraz got, “Piştî sala 1991’ê, li Başûrê Kurdistanê û piştî şoreşa gelan a li Rojava, hikûmraniyeke ta radeyekê xweser heye. Li parçeyên din jî şoreş dewam dike.”
$Di şoreşan de rola hunermendan girîng e$
Derbarê rola huner û hunermendan de jî Hewraz Mihemed got: “Di nava her şoreşê de hunermend her tim xwedî rol bûne. Her tim bûne dengê gihandina peyamên siyasî ji bo gel. Hertim wisan fikirîne ku divê huner wek amrazekê ji bo gihandina peyaman û hişyarkirina gel were bikaranîn. Di heman demê de dewletên dagirker jî hewl dane bi rêya sînema û rêzefilman, Kurdan wek çend eşîretek ên li nava cografyaya xwe nîşan bidin û hebûna wan wek netewe qebûl nekirine.”
$Divê hunermend berxwedan û têkoşînê nîşan bidin$
Di dewamê de Hewraz Mihemed da zanîn ku li ser asta civakê, hişyarbûnek heye, hunermend jî baştir kar ji bo nîşandana êş û karesatên ku bi serê Kurdan hatine, dikin. Hewraz got, “Hunermendan van êş û karesatan hem nîşanê civaka Kurd hem jî nîşanê civakên din didin. Hewl didin bi riya huner jêhatîbûn, berxwedan û têkoşîna Kurdan nîşanê cîhanê bidin.”
Di dawiyê de jî Hewraz Mihemed xwest ku ev sedsal bibe sedsala serketin û azadiya gelê Kurd, azadiya jinan û pêkvejiyana civakan.[1]