Festîvala Filmên Kurdî ya Frankfurtê ji ber koronayê navber dabû nîşandana filman, lê îsal wê ji 12’ê Çile heta bi 18´ê Çileyê 2023’yan filmên Kurdî nîşan bide. Têko-Jin û Meclîsa Jinan a Amarayê festîvalê organîze dikin.
Festîvala Filmên Kurdî ya Frankfurtê, herî dawî sala 2020’an hatibû lidarxistin û piştî navbera 3 salan, dîsa dest pê dike. Festîval bi pêşengiya Têko-Jin û Meclîsa Jinan a Amarayê tê organîzekirin. Di festîvalê de giraniya filmên li Rojava hatine çêkirin, xuya ye. Festîval dê 12’ê Çile dest pê bike û heta 18’ê Çile dewam bike. Filmên di festîvalê de cih digirin dê li salona “Film Forum Hochst” werin nîşandan. Zozon Olbistan yek ji endamên Têko-Jinê ye ku di organîzasyonê de cihê xwe digire. ew dide zanîn ku festîval bi amadekariya hevpar jinên Kurd û yên întarnasyonalîst bi rê ve diçe û dibêje, “Em li benda her kesî ne. Piştî şewba koronayê xelk dîsa xwe li salonên sînema û şanoyê digirin. Me jî biryar da ku em piştî navbera 3 salan, Festîvala Filmên Kurdî ya Frankfurtê li dar bixin.”
Zozan Olbistan dibêje, ew bi Komîna Film a Kobanê re bi awayekî hevpar xebitîne û xwestine di hilbijartina filman de bi baldarî tevbigerin: “Di bernameya festîvalê de filmên ku berxwedan û jiyana jinan vedibêjin, li pêş in. Her wiha filmên zehmetiyên ku Kurd dibînin jî di bernameyê de cih digirin. Filmên li ser Rojava û li Rojava hatine çêkirin, bêhtir derdikevin pêş di festîvalê de. Divê her kes heval û dostên xwe bi xwe re bîne da ku festîvala me bigihîje armanca xwe û baş derbas bibe. Nexasim jî Kurdên li derûdora Frankfurtê û kesên înternasyonalîst divê baldartir bin.”
$Bi ‘Kobanê’ dest pê dike$
Filmê ‘Kobanê’ serpêhatiya ruhê berxwedana 134 rojan a şervanên Kurd a li Kobanê vedibêje. Film, bi derhêneriya Ozlem Yaşar ji aliyê Komîna Film a Rojava û TEV-ÇAND’ê ve, li Kobanê hate çêkirin. Destana qehremaniyê û bûyerên dîrokî yên ku di şerê Kobanê yê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de di salên 2014-2015`an de qewimîne û bûne destpêka bidawîkirina DAIŞ’ê li herêmê, mijara vî fimî ne.
Di filmê Kobanê de 200 şervan, welatparêz û kesên înternasyonalîst rol kirine. Film promiyera xwe di 20’ê Îlona 2022’yan de li Kobanê kir.
$Ezmûna jinên Kurd$
Derhênerê Kurd Şewket Emîn Korkî di filmê “Ezmûn” (The Exam) de behsa sîstema perwerdeyê ya li Herêma Kurdistanê kiriye. Derhêner bi serpêhatiya Rojînê, bala temaşevanan dibe ser jiyana du xwişkan: keça bi navê Rojîn ji bo ji hêla malbata xwe ve bi zorê neyê zewicandin divê di ezmûna zanîngehê de bi ser keve. Ji bo vê yekê jî tekane rêya wê ew e ku ew kopya bistîne. Xwişka wê ya mezin Şîlan pê re dibe alîkar û ji kesên ku bi awayekî ne fermî ango bi pereyan bersivên pirsan didin xelkê daxwaza kopyayê dike. Film derbarê şideta mêran de jî rexneyan dike. Filmê “Ezmûn” par ji Iraqê ji bo Xelatên Oscarê weke berendam hate nîşandan.
$Serpêhatiya gerîlayekî ‘Dema Dirîreşkan’$
Nivîskarê senaryoya filmê “Dema Dirîreşkan” Murat Turk ê ku cezayê muebetê lê hatiye birrîn û niha di hepsê de ye, ji bo romana xwe gotibû, “Ev serpêhatiya gerîlayekî Tevgera Azadiyê ye û ev serpêhatî sala 1995’an li herêma Çewlîkê qewimiye.” Erol Balcı senaryoya film nivîsandiye û derhêneriya film jî Haşim Aydemir kiriye.
Çêkerê film Serhat Hulaku derbarê pêvajoya çêkirina film de gotibû, “Dema me li Silêmanî film çêdikir, ji ber şert û mercên li wir em mecbûr man ku du caran girtina dîmenên film bidin sekinandin. Lê dîsa jî bi keda sînemavanên Kurd ên ku ji çar parçeyên Kurdistanê hatibûn, ev film bi dawî bû. ”
$Bi ‘Berfîn’ mîrateya Xelîl Dag vedijînin$
Koma Sîne Çiya ku ji mêj xebatên xwe didomîne, rexmî şert û mercên zehmet, hewl dide ku mîrateya Halîl Dag bidomîne. Kom dixwaze bi taybetî zimanê sînemaya çiya bi pêş bixe. Herî dawî bi çêkirina filmê ‘Berfîn’, vê mîrateyê dewam dike. Filmê Berfîn tenê beşek ji jiyan û serpêhatiyên gerîlayên azadiyê ye. Kesên di film de cih girtine jî gerîla bi xwe ne û ji çar parçeyên Kurdistanê gerîla di film de weke rol dikin.
Ozlem Arzeba derhêneriya filmê “Berfîn kiriye. Film di Festîvala Filmên Kurdî ya Hamburgê de hatibû nîşandan.
$Têkoşîna rojnamevan Nûjiyan Erhan$
Belgefilma “Nûjiyan” behsa jiyan û têkoşîna rojnamevan Nûjiyan Erhan dike. Rojnamevan Nûjiyan Erhan ji hêla KDP’ê ve li Şengalê hatibû şehîdkirin. Derhênera filmê Jînda Asmen ji bo “Nûjiyan” dibêje, “Em sê jin, ji bo ku ev film bi ser bikeve, xebitîn. Min derhêneriya wê kir, hevalekê rola şehîd Nûjiyan Arhan kir û yeke din jî dîmenên filmî girtin. Film cara pêşî li Şengalê hat nîşandan û piştre li bajarê Hesekê. Nûjiyan li Hesekê li nexweşxaneyê şehîd bûbû. Me dîmenên filmî li Şengalê û çend dîmen jî li Mexmûr û Rojava girtin. Ji bo danasîna berxwedana jinan, em hewl didin filmî di festîvalên navneteweyî de nîşan bidin.”
$Serpêhatiya jineke Êzidî, ‘Hêza’$
Belgefilma “Hêza” serpêhatiya jinekê Êzîdî dike, ya ku piştî salekê dîlbûna di dest DAIŞ´ê de bi alîkariya malbateke Kurd ji destê DAIŞ’ê rzigar dibe. Ew paşê tevlî nav refên Yekîneyîn Jinên Şengalê dibe. Dibe fermandar û di pêngava rizgarkirina DAIŞ´ê de jî cihê xwe digire.
Belgefilma Hêza yekem belgefilma derhênêr Derya Denîz e, û di gelek festîvalên filman ên navneteweyî de (Focus, Boden, Bhutan, Los Angles) hêjayî xelatan hat dîtin.
$Belgefilma siyasetvanên sirgûnbûyî$
Belgefilma bi navê “Heps û Sirgûn” ku behsa sirguniya siyasetvanên HDP’yî dike jî dê di roja duyem a festîvalê de were nîşandan. Ev belgefilm di heman demê de faşîzma hikûmeta Erdogon ya li Tirkiyeyê jî radixe ber çavan û sirgûniya siyasetvanên HDP’yî bi belgeyan nîşan dide.
REWŞAN DENIZ/FRANKFURT[1]