Li Şaredariya Parîsê şêwekar û peykersazên sirgûnbûyî yên Kurd pêşangehek vekirin. Li pêşangehê ji bo salvegera mirina her sê jinên Kurd, Sakîne Cansız, Leyla Soylemez û Fîdan Dogan jî pankartek hat daliqandin a ku li serê wêneyên her sê şehîdan hebûn.
Li Şaradariya Parîsê ya Fransayê piştî haziriya salekê, berhemên 19 şêwekar û peykersazên Kurd hatin nîşandan. Kesên ku beşdarî pêşangehê bûne ji çar parçeyên Kurdistanê ne û bi riya vê pêşangehê hunerê xwe nîşan didin.
Li derveyî avahiya Şaradariya Parîsê, wêneyên her sê jinên Kurd Sakîne Cansız, Leyla Soylemez û Fîdan Dogan hatin daleqandin. Ji bo salvgera mirina wan her wiha di hundirê şaredariyê de jî wêneyên wan hatin daleqandin.
Şaredariya bajarê mezin a Parîsê pêşangeh bi hevkariya Înstîtûya Kurdî ya Parîsê organîze kiriye.
$Di hepsa Hafiz Esed de 7 sal$
Berhemên hunermendên Kurd yên ku ji Kurdistanê sirgûn bûne, bi navê “Hunerê Kurdî li Sirgûniyê” tên nîşandan. Kesên beşdarî pêşangehê bûn bêhtir Kurd û Fransî ne. Yek ji wan şêwekarên ku bi karên xwe yên cuda di pêşangehê de cih girtiye, Xelîl Hemsork ê ji Kobanê ye. Xelîl Hemsork di dema Hafiz Esed de 7 salan di hepsê de maye û di hepsê de fêrî hin teknîkên şêwekariyê bûye. Xelîl Hemsork di hepsê de qederê 1000 tablo çêkirine. Ew dibêje, “Li pişt van karên ku ez niha nîşan didim, serpêhatiyeke min a balkêş heye. Ez 7 salan girtî mam di hepsên Hafiz Esed de. Mixabin di girtîgehê de reng tine bûn, caw jî tine bûn ku li ser wan biresmînim. Tenê paporên gazê û têlên hesin hebûn. Her wiha sindoqên kesk jî hebun. Min 7 salan li ser sindoqên kesk qederê hezar tabloyî çêkirin.”
$Di şêwekariyê de berdewamî girîng e$
Şêwekar Teha Xelîl ê ji Silêmaniyê, yê ku niha li Elmanya dijî, li ser rêbazên taybet yên çêkirina wêneyan dixebite û dixwaze di vî warî de teknîkên nû peyda bike. Teha Xelîl got; “Di şêwekariyê de tişta herî girîng ew e ku berdewamî hebe. Divê bi awayekî rojane meriv li ser vî karî birame da ku tiştên nû kifş bike.”
$Hestên insan rengan diyar dikin$
Nesrîn Mehmûd jî ku pîşeya wê ya sereke endezyarî ye, lê bi şêwekariyê re jî mijûl e, tevlî pêşangehê bûye. Ew şêwekariyê bi her hêla wê dinirxîne û vê yekê weke cihana xwe bi nav dike. Wê jî hestên xwe bi vî rengî rave kirin; “Reng girîng in, ew ji dilê meriv peyda dibin. Dema tu bi hêrs bî reng jî li wê gorê xwe nîşanî te didin, lê heger tu kêfxweş bî, reng bi awayekî din derdikevin hemberî te. Yanî hest û psîkolojiya meriv di vî warî de tesîrê li xebatên meriv dikin. Dema tu bidî pey hîsên xwe û li dengê dilê xwe guhdarî bikî, reng jî xwe nîşanî te didin û li wê gorê tu diafirînî.”
Şêwekarên ku niha li sirgûniyê ne, hestên xwe bi berhemên xwe anîn ziman û tenê ne tablo, her wiha peyker jî di pêşangehê de tên nîşandan. Pêşangeh dê heta 2’yê meha Sibatê li Şaredariya Parîsê vekirî be.[1]