$Kurtejiyana nivîskar û çîroknivîsa kurd Botan Ednan Hoşê:$
Nivîskar û çîroknivîsa kurd Botan Ednan Hoşê di sala 29.08.1991'ê de li bajarê #Amûdê# ya ser bi Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye. Bota di peymangeha nîgarî û pratîkî li bajarê Helebê wergirtiye. Her wiha her sê astên zimanê kurdî û ji bawernameya peymamgeha zanistên perwerdehiyê der çûye. Di warê perwerdehiyê jî nasnameya derçûnê ji Akademiya Celadet Bedirxan ya ziman, dîrok û wêje wergirtiye.
Botan Hoşê gelek kar, xebat û peywir di ber xizmeta ziman û wêjeya kurdî de kiriye. Di qada perwerdehî û fêrkirinê de waneyên li ser ziman û wêjeya kurdî de dane.
Lê Botan Hoşê ji salên 2016'an û vir ve bi temamî kar û xebatên xwe ji bo ziman û wêjeya kurdî re vala kir û hem jî di warê nivîsînê re.
Her wiha ew yek ji endam û rêveberiya dîwana wêjeyê ya bakur û rojhilatê sûriyayê ye. Ew li rex van karên xwe yên wêjeyî bi taybet bi nivîsîna çîrokan re mijûl e. Di rojname û kovarên çandî û herêmî de çîrokên xwe diweşîne û belav dike. Di heman demê de ew yek ji endamên Kovara Destar ya beşa kurdî ya sererastkirinê ye û bi karê weşangeriyê re mijûl e.
$Di warê berhemdariyê de:$
Botan Hoşê di tekst û nivîsên xwe bêhtir çîrok û bîranînan dinivîse. Mijar û çîrokên ku di berhemên wê de têne qalkirim bêhtir li ser jiya û êşa civakî, şer, derbiderî û xewn û xeyalêm kurdî. Bêhtir bi zimanekî sivik, rihet û herikbar dinivîse. Ji wan berhemên ku heta niha nivîsandine ev in:
- ‘’Xewnên biêş’’ (bîranîn, amadekarî) hevbeş, weşanên Şilêr
- ‘’Ewrên Havînê’’ (çîrok ) hevbeş, weşanên şilêr
- Pitûka ‘’Meşa bêdawî ‘’ ( bîranîn, amadekarî) hevbeş, weşanên şilêr
[1]