Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,697
Wêne
  123,908
Pirtûk PDF
  22,078
Faylên peywendîdar
  125,599
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,592
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,553
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,711
عربي - Arabic 
43,854
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,622
فارسی - Farsi 
15,767
English - English 
8,522
Türkçe - Turkish 
3,821
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,174
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,819
Kurtelêkolîn 
6,821
Şehîdan 
4,561
Enfalkirî 
4,851
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,347
PDF 
34,671
MP4 
3,832
IMG 
233,692
∑   Hemû bi hev re 
273,542
Lêgerîna naverokê
Belga Qado, dengbêja nebîrkirî, Xwidana dengê zingilî
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hevalên Kurdîpêdiya arşîvên me yên neteweyî û welatî bi awayekî objektîv, bêalîbûn, berpirsiyarî û profesyonelî tomar dikin.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Belga Qado
Belga Qado
$Belga Qado, dengbêja nebîrkirî, Xwidana dengê zingilî$
Navê Belga Qado di nava dîroka stranbêjîya meye gelêrî da navekî naskirî û hizkirî ye. Dengê wê zîze, notila zengile. Kê hema carekê stranên wê bi radyoya Yêrêvanêye kurdî bihîstibe, tê bêjî bi mitalan va diçe
gundê kurmancî, li şaya dibe mêvan, gava qîz û bûk bi çirpîkî diketine dîlanê, distran û bi deng govend digerandin…
Gulşêna min, şêna min,
Gulşêna min, çavê min,
Gulşêna min, şêna min,
Gulşêna min, ruhê min!..
…Sal tên û derbas dibin, sed mixabin, gelek dengbêjên meye navsere yên dewra Sovîyêta berê konên xwe ji nava konan bar dikin û diçine li ber dilovanîya Xwedê. Raste, dengên wan di dengxana radyoya Rewanê ya «Fonda zêrîn» da têne parastinê, lê navê wan hêdî-hêdî tê bîrkirinê. Serbarê serda jî, gava van dehesalên dawî tora civakî – Întêrnêt pêşva çûye, bêhesab malper, TV, radyo û dezgehên çanda kurdî derketine meydanê, gelek caran stranên dengbêjên navdar tevî li hev dikin, navên xudanên wan şaş dikin, li ser kar û jîyana wan stranbêjan agahdarîyên ne rast didin, lo hela caranan jî hinek «hunermendên» nûpêketî stranên wan dengbêjan qaşo «veçê» dikin, dughêrin û dikine klîp û wek efrandinên xweye xwexwetîyê raberî maşoqên sazbendîya kurdî dikin…
Tiştekî eşkere ye û kê dikare vê rastîyê red û hêç bike, wekî Sûsîka Simo di nava kurdên Yekîtîya Sovîyêta berê da dengêja jine yekemîn bû, ya ku di nîveka salên 50-î ya sedsala derbazbûyî derkete li ser dikê û stra? Kê dikare dijî wê yekê derkeve, ku di nava stranbêjên jin da berî gişkan dengê wê li ser qeytanê li radyoya me hatîye nivîsarê? Tu kes! Bêguman, ew yek jî îzbatî ye, wekî dû Sûsîka Simo ra evan dengbêjên meye jin derketine erafê meydana stranbêjîya gelêrî, şuret û marîfeta xwe nîşan dane: Belga Qado, Fatima Îsa, Zadîna Şekir, Kubara Xudo, Tukaza Xemo, Gulîzera Etar, Naza Kokil, Aslîka Qadir, Sîsa Mecît û gelekên mayîn.
Îro ez dixwezin derheqa Belga Qado da gilî bikin, ya ku xudana dengekî bi taybete. Eva serê salekê ye, ku ez malbeta wê ra bûme nas. Çi rast-raste, min hela li salên xortanîyê dengê vê canikê bi radyoya kurdî bihîstibû û heya naha jî ez dengê wê va heyr û hijmekarim, sewt û akla wê têr nabim. Gava starnên wê dibhêm, min tirê xûşaka mine mezine distrê. Û wê jî bêjim, heya van dawîyan min tirê Belgê ji gundê Elegezê ye. Lê gava li Fakebook`ê ez dota wê – Nazîka Miraz ra bûme nas û çend roj berê min wêra deng kir, nû pê hesîyam, wekî Belgê ji navçeya me ya Talînê ye (Ermenîstan), ji gundê Beroje (Dûzkenda berê). Salên karmendîya li rojnama «Rya teze» ez gelek caran li vî gundî qesidîme. Li vî gundî gelek malbetan nas dikim, gelek dost û hevalên min ji vî gundî hene. Lê, sed heyf, wê demê Belga Qado ra nebûme nas, ji ber ku malbeta wê hela sala 1954-a ji gund bar kiribû û çûbû bajarê Yêrêvanê. Heynese…
Gundê Beroj gundekî xurû kurmancî ye. Binecîyên vî gundî jî piştî rev û beza xezeba sala 1915-an ji miskenên xweye dîrokî, ji Kurdistana bakûr cîhşihtî bûne û berê xwe dane Ermenîstanê, navçeya Talînê. Eva gunda li pêşa çîyayê Elegezê ya başûrê rojavayê dikeve. Di vî gundî da malbetên qebîlên êzîdîyaye bendûran û kaşaxan cîh û war bûne. Di dema damezirandina dîwana Sovîyêtê da, çawa li her deran, li vî gundî jî werguhastinên aborî, civakî û çandî pêk tên: malhebûna gunde kolêktîv tê sazkirinê, dibistan vedibe, destbi hilanîna nexwendîtîyê dibe…
…Şayî, stran û dîlan li wî gundî jî kêm nedibûn. Qîz û bûkan, keç û xortan li kewşan distiran, li bêderan distiran, li malê distiran, li şayan distran. Belga Qado jî hema hemû stranên xwe ji gundîyên xwe hildaye...
Belga Qado 31-ê tebaxa sala 1934-an di mala Qadoyê Mecîtê bendûrî û Naza Beyroyê mendesorî da ji dayîkê dibe.
– Navê dîya min, – dota Belga Qado – Nazîka Miraz, ku vê gavê li Fransyayê ye, dibêje, – li şadenamê wê ya bûyînê da nivîsîne Porsor. Lê, çawa hûn dizanin, li bal me êzîdîyan jî gelek dê û bavan şîrînbûna çend nav zarên xwe kirine. Di mala me da dîya min ra digotin: Belgîzer, Belgê. Navê Belgê ûsa jî li ser dîya min ma heya roja mirinê…Di gundê Beroj da mala me maleke navdar bû, maleke bi qedir, qîmet û sîyant bû. Bavê minî rehmetî –Mirazê Nadir ji qebîla kaşaxa bû. Ew mêrekî çê û xurt bû, merivekî zor, xîret û bi hêz bû. Salên şerê hinberî almanên faşîst ewî bi xîret û çalakîya xwe gelek malên êzîdîyan li navçeya me ji birçîbûnê xilas kir…
– Lê bavê teyî rehmetî çawa dîya te dît, xwest û anî malê? – Navbirîyê didime dengkirina Nazîkê.
– Bavê min zewicî bû, jina wî ji bajarê Tbîlsê bû, kurekî wî ji wê jinê hebû. Navê wî birê min Grîşa ye. Lê bavê min û jina wî wê hênê hev ne dikirin. Jina wî carekê dixeyîde û diçeTblîsl, mala bavê xwe… Bavê min sala 1924-an ji dayîkê bûye. Ew 10 salan ji dîya min – Belgê mezintir bû. Di destpêka salê 1950-î dîya min – Belga Qado nîşan dikin û roja dewata wê bavê min wê ji pencera mala kalkê min – Qadoyê Mecît ra derdixe û direvîne…
Em bi malbetî sala 1954-a ji gund bar dikin û diçine bajarê Yêrêvanê…
– Gava em zaro hatne dinyayê, – xûşka Nazîk dengkirina xweye bi têlê dûmayî dike, – mezin bûn, me îdî fem dikir, wekî bavê me dîya me gelekî hiz dikir û pêra jî kumreşî wê dikir. Bavê min merîkî hêrs û sert bû. Me tirsa wî newêribû tetika têla malê jî hilda, gava dengê zengil dihat… Em çar xûşk û pênc birane. Sed heyf, sê birên min û xuşkeke min çûne li ber dilovanîya Xwedê. Em gişk bi ruhê mirovhizîyê, dilovanîyê, tifaq û xîretê li ber destê dê û bavê xwe terbîyet-tore bûne…
Gere bê gotinê, wekî salên nîveka 50-î bi hereketê Sûsîka Simo li Rewanê çend komên kilam û reqasê têne sazkirinê, yên ku ne tenê li bajarên Ermenîstanê, lê ûsan jî li Tbîlîsê pêşda dihatin. Li Yêrêvanê koma Sûsîkê dikete nava Fîlharmonîya Ermenîstanêye dewletê. Gelek caran sazbendên navdar Şamlê Beko, Egîdê Cimo, dengbêjên hêja Karapêtê Xaço û yên dinê tevî koma wê bûne û pêşda hatine.
Wek tê dizanin, sala 1955-an li Yêrêvanê radyoya kurdî vedibe. Sal bi sal dengxana radyoyê bi dengên nû va dixemile. Sala 1958-an dengê Sûsîka Simo tê nîvîsarê, lê li destpêka salên 60-î usan jî dengê Belga Qado û hemû denbêjên jine dinê (navê wana me li jorê bîr anîye) bi hereketê Xelîlê Çaçan Mûradov tê nivîsarê û stranên wane pêşin li radyoyê têne qeydkirinê. Tiştekî balkêşe, ku ansambla Ermenîstanêye dewletê ya ser navê Aram Mêrangûlyan gelek caran bi dem û dezgên xweye sazbendîyê li radyoya me awazên starnên meye gelêrî lêdane û qeyd kirine, lo hela gelek dengbêjên ermenîyaye emekdar jî kilamên kurdî strane…
Vê gavê di dengxana Radyoya Yêrêvanêye kurdî da weke 10 kilamên Belga Qado hene. Ewê stranên xwe bêtir tevê Karapêtê Xaço gotîye. Stranên wêye eyan evin: «Kura çîyayê tapê Qersê», «Gulşêna min», «Dêre sorê biçûkê» yanê jî «Hindî were paytexte» (tevî Karapêtê Xaço), «Sarê rabe sibeye» (tevî Karapêtê Xaço), «Bêrîyê tê ha, bêrîyê tê» (tevî Efoyê Esed), «Lê bi holê, lê bi holê» (tevî Karapêtê Xaço), «Lûr, wey, lûr» û yên mayîn.
Dengbêja navdar Aslîka Qadir bîr tîne: «Mala Belga Qado li Rewanê cînarê mala bavê min bû. Ez 14 salî bûm, diçûme dibistanê û dihatim. Herdem min ew li ber dêrî didît. Min zanibû, ku stranên wê bi radyoyê didin. Lê tu cara ewê nedigot, ku me dengê wê bihîstîye yanê na? Kulfeteke bedew û merîfet bû, cil û bergên wê kurmancî bûn, notila xanima radibû û rûdinişt. Gava ez dersê dihatim, ewê li ber derê avayî ez didame sekinadinê û ji min dipirsî: «Lela min, çavê min, te îro çi stendîye?»… Caranan ez diçûma mala wê. Kulfeteke gelekî pêşverû bû, dilê wê paqij bû. Ewê wê hênê li ber tiştên kevneşopî serê xwe danexist, mîna Sûsîka Simo rabû û stra… Tesîra dengê wê heyanî niha jî li ser min heye. Min bîra Belga Qado kirye… Rehma Xwedê wê be!».
– Bavê min, – Nazîk dibêje, – sala 1980-î çû li ber dilovanîya Xwedê. Piştî hilweşbûna Sovîyêtê malbeta me jî mîna gelek malbetan ji ber şert û mercên aborî û civakî ji Ermenîstanê derket. Em çûne bajarê Rûsyayê yê bi navê Yaroslavlê. Û dîya min 15-ê îlona sala 2004-an piştî nexweşîya gelek salan li vî bajarî çû ser heqîya xwe. Meytê wê li mexberê êzîdîyan yê li bajarê Tûtayêvê me spartîye ax-berê sar…
Dengê Belga Qado li cêhanê ma û wê heta-hetayê jî bimîne. Ew deng maşoqên sazbendîya gelêrî heya niha jî heyr û hijmekar dihêle…
Dengê Belga Qado tê bêjî hema vê gavê jî li ber guhê min perwaz dide:
Hewşa me hewşa we da,
Wey, lûr, wey, lûr, wey, lûr
Berê hewşê qulbêda,
Her govendê, govendê!..
Prîskê Mihoyî,
rojnamevanê emekdar yê Komara Ûmûrtyayê (Rûsya),
endamê Fêdêrasyona rojnamevanên navnetewî.
14.08.2017.
P.S. Hinek kilamên Belga Qado hûn dikarin li vira guhdar bikin:
https://www.youtube.com/watch?v=utmaX5z2V2c
https://www.youtube.com/watch?v=9URkRmh-mMI
https://www.youtube.com/watch?v=2_rMjYN06Xk
https://www.youtube.com/watch?v=6jBRQAYKgt8
https://www.youtube.com/watch?v=roA39tW7r8s
https://www.youtube.com/watch?v=SBSaQ4My3DQ
https://www.youtube.com/watch?v=rh9g5-JyWhc
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 3,071 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
Gotarên Girêdayî: 27
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 15-08-2017 (8 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Muzîk
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Çand
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 19-01-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 20-01-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 19-01-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 3,071 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.112 KB 19-01-2023 Aras HisoA.H.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.25 çirke!