$Kurtejiyana çîroknivîs û nivîskarê kurd Ciwan Zekî Silo$
Ciwan di sala 1982'an de li bajarê Qamişloya ser bi Rojavayê Kurdistanê ji dayî bûye. Ew hîn di ciwantiya xwe de îlham û nivîsîna wêjeyî pê re çêdibe û her diçê mezintir dibe. Ew dibistana seretayî, navîn û amadehî li Qamişlo dixwîne, paşê jî di fakuteya wêjeya erebî der diçe. Bi wê bawernameya xwe di gelek dibistanên Qamişlo û gundewarên wê de mamostetiyê dike. Her wiha ew di gelek kovar û malperên elektronîk yên herêmî û erebî de dinivîse, nemaze Ciwan Silo bi zimanê erebî çîrok û romanên xwe dinivîsîne. Her wiha ew di kovarên mîna Sîwan û Şermola de nivîsên xwe belav dike.
$Di warê berhemdariyê de:$
Di naveroka berhemên Ciwan Silo de mirov rast, wêjeya ceng û şoreşê de, çiku di nava tekst û nivîsên wî de hêmaya civakî, şer û cengê ê xûya kirin. Ji wan berhemên ku ta niha weşandine ev in:
1. Ewrên bêhnê, kurteçîrok, weşanên Şilêr, Qamişlo.
2. Kulmek ji axa şingalê, kurteçîrok, weşanên şilêr Qamişlo û ji weşanê Nefertîtî.
3. Sibeha bi rengê bîranînan, kurteçîrok, weşanên rewşenbîrên ereb, Mesir
4. Çîroka Rê, roman, weşanên Şilêr, Qamişlo
5. Tekoşîn, roman, weşanên Eskarîb, Mesir.Divê bê gotin ku ev çîrok di mîhrecana Osman Sebrî ya sala 2021'ê de di pêşbirka çîrokê de bi ser ketiye û ji weşanên Şilêr derketiye.
6. Lavê sibeha kuştî, çîrok, weşanên Şilêr
7. Bîranîna vegera Kobaniyê, roman, dê di demek nêz de were çapkirin. Hêjayî gotinê ye ku ev roman jî di mîhrecana Osman Sebrî ya saka 2022'an de di pêşbirka romanê de bi ser ketiye û dê demek nêz were çapkirin.[1]