$Agahiyên şehîd:$
Nav û paşnav: Torûntay Yildirim
Nasnav: Bahoz Ebex
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Esmaperî-Şevket
Dem û cihê şehadetê: 20'ê Kanûna 2022 / Cûdî
$Kurtejiyana şehîd:$
Wan, bajarekê me yê ji wan bajaran e ku têkoşîna me azadiyê reh lê berdaye û wek her dem niha jî bi serhildanê bi awayekê çalak tevlî têkoşînê dibe. Di dîroka Kurdistanê de ser li ber dagirkeran xwar nekiriye û her tim li eniyên pêş ên berxwedanê bûye. Xwediyê kevneşopiyeke xurt û bi kok e. Hevreyê me Bahoz ku ji navçeya Ebexê ya Wanê hatiye dinyayê ku navendeke ji navendên berxwedanê ye ku partiya me PKK bi gelê me re bûye yek, di nav malbateke welatparêz de mezin bûye ku girêdayê çanda vê kevneşopiya pîroz afirandiye. Welatparêziya malbat û derdora wî û tevlêbûyîna nav refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya gelek xizmên wî kiriye ku hevrêye me Bahoz jî hêj ji piçûkatiya xwe ve têkoşîna me nas bike û bide ser şopa têkoşînê. Mezinbûyîna di nav malbatekê de ku bi keda xwe debara xwe kiriye, kiriye ku hevrêyê me ji hêj ji zarokatiya xwe ve nasîna wî diyardeya ‘ked’ê re çêbibe û kedkariya wî di jiyana wî ya bi şoreşgerî ji pêş re de diyarker bûye.
Hevrê Bahoz pir ji Gerîlayên Azadiya Kurdistanê hes kiriye û bi xeyala ku wê rojekê tevlî nava refên azadiya gelê me bibe, mezin bûye. Wek her ciwanekê Kurd ê bixwaze bi awayekê bi rûmet bijî, hêj ji zû ve bûye şahidê zext û zilma dewleta Tirk a dagirker. 7’ê Cotmeha sala 2009’an dewleta Artêşa Tirk, kurê xalê Bahoz Şehîd Îbrahîm Atabay, gerîlayên HPG’ê Şehîd Sîpan Şervan (Sûnûllah Kesercî) û Şehîd Necmî Efrîn (Necmeddîn Ehmed Hesen) li gundê Kefê ya navçeya Ebex a Wanê bi nemerdî qetil kirin. Ev bû sedem ku hevre Bahoz rûyê rastîn ê dewleta faşîst bi awayekê eşkere bibîne û hêrsa wî rabe li ber. Soza girêdayîbûyîna bi xeta şehîdan ve daye û ji bo berpirsyariya xwe ya ji bo azadbûyîna gelê xwe bi cih bîne sala 2013’an ji qada Tendûrekê gihîştiye gerîla. Hevrêyê me yekî jêhatî, rast bû. Bi jêhatibûyin û rastiya xwe zû bi zû hînê jiyana gerîla bû û perwerdehiya gerîlatiya bingehîn li qada Xakûrkê bi awayekê serkeftî temam kir. Hevrêyê me li heman qadê dest bi pratîka xwe ya destpêkê gerîlatiyê kir. Her ku Partiya me PKK ku encama keda Rêber Apo ye, nas kir, hêrs û azwerî û biryardariya li ser têkoşînê zêde kir, ji bo bibe layiqê xeta fedaîtiyê ya partiya me her tim bi hewleke zêde rabûye. Bi perwerdehî leşkerî ku dîtine, di demeke kin de di taktîkên gerîlatiyê de bûye şareza. Hem di warê bîrdozî hem jî di yê leşkeri de tim xwe bi pêş ve biriye. Daye ser şopa şehîdan û parastin û berz û bilindkirina nirxên Partiya me kiriye esasê jiyana xwe ya şoreşger. Sala 2014’an ji bo parastina gelê me yê Êzidî ji fermana qirkirinê ya DAÎŞ’ê, bi hevrêyên xwe re li herî pêş cih di nav berxwedana dîrokî de girtiye. Hevrêyê me erka xwe ya azadî û rizgarkirina gelê me yê Êzidî ji qirkirinê, bi serfirazî temam kiriye, ji bo li dijî mêtingeran şer bike cardin li çiyayên Kurdistanê vegeriyaye. Di êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên li dijî gelê me de, di pêvajoya Berxwedana Rêveberiya Xweser de jî cihê xwe li herî pêş girtiye û li Şirnex û Silopiyayê derbên giran li dagirkeran xistine û gelek tevkarî li sekina rûmetyar a gelê xwe kiriye. Hevrê Bahoz li qada Botana pîroz a navenda berxwedana dîrokî ya gerîla ya li Kurdistanê bi salan bê navber têkoşiyaye, bûye fermandar û li têkoşîna berxwedanê dewam kiriye. Tevlî gelek çalakiyan li Bakurê Kurdistanê bûye ku pê derbeyên giran li artêşa Tirk a dagirker hatine xistin û wek fermandarekê pêşeng hemû erkên ku pêvajo divê bi berpirsyarî bi cih anîne û bûye navê jiyana bi mîlîtanî û jiyanê. Her kêliya jiyana xwe bexşê serkeftina Têkoşîna Azadiya Kurdistanê kiriye. Bi biryardarî li têkoşîna şehîdên me yên nemir, li Botanê dewam kiriye. Bûye mîlîtaneke layiqê Partiya me PKK’ê. Bi têkoşîna ku kiriye jiyana fedaiyane û xeteke şer a bi mîlîtanî mîrate hiştin ji me re. Têkoşîna hevrê Bahoz wê ji aliyê me hevrêyên wî ve teqez bi serkeftinê bê tacîdarkirin.[1]