Navê pirtûkê: RÛ
Navê nivîskar: Eymen Zêdan
Cihê çapkirina pirtûkê: Kobanî
Navê Wergêr: Şêrzad Besrawî
Navê çapxaneyê: weşanên AVA
Sala çapê: 2022
Pirtûka kurteçîrokan a bi navnîşana RÛ ya aktor û çîroknivîsê Sûrî Eymen Zêdan ji nav weşanên AVA'yê derket.
Di pirtûka xwe ya çîrokan a bi navê RÛ da, Eymen Zêdan ti navnîşanan li çîrokên xwe nake, tenê dihêle bi hijmar xwe weke rêze filmekê vebêjin. Her êşek siwarî yekê tê, û ta peyva dawîyê bi bûyerên xwe ra têkîldar dibe... Li ser tengasî û rehetîyê, hestên şikestî, hêvîyê, li ser xweşbînîyê jî, dinivîse. Dibe ku ew mafdar be ta hemû çîrokên xwe bi êşan bistire, çiku Ew û Welêt ji deh salan va rastî şikestin û têkçûnan va têne. Lê ew netebitî, venegerîya û nehîşt êş pênûsa wî rawestîne. Zêdan hewl dide ku ew têkçûnên ti kes nikare wan hilîne, bi xûneran ra parve bike.
Zêdan bi wan çîrokan me li çîrokên welêt digerîne, ew welat gava diêşe, diêşînê jî.
Bergsaz: Basim Sebax[1]