$ZİMANZAN ZİMANAN Jİ ALİYÊ ŞÊWE MORFOLOJİYÊ VE DİKİN SÊ KOM:$
Dildar Satî
Zimanên yek kiteyî: zimanên çîn û tîbetê bi gîştî bi vî rengî ne.
Zimanên pêvekî: tirkî, macarî pêvekîne.
Zimanên tewangbar: Zimanê Hînd – Ewrupî û samîyî tewangbarin.
Zimannê kurdî tewangbare. Zimanzan tewangbaariyê wiha rave dikin.
Tewang di dema kişandinê de guherîna rayekê ( qurm – kok) bi taybetî jî guherîna dengdêrên rayeka lêrkerê ye.
Mînak:
kok – parêz =
Dema borî = dema niha
Min parast = Ez diparêzim.
Di kurdî de ne tenê dengdêr – dengdar jî diguhere.
Di kêşîna lêkera dema niha de.
Parêz, /a/ bûye /ê/ , / s / jî bûye /z/.
Gelek kes ji ber ku zimanê kurdî û farsî ji yek malbata zimanin û xwedî gelek pêyvên hevparin, kurdî weke zaravayekî farsî dibînin.
Her çiqas hevşibînek hebe, ew qas jî ev her du zimanan ji hev cuda û ser – bi xwe ne.
Kurdî zimanekî zayendiye, nêrî û mêtî tê de heye. Lê ev di farsî de tune.
Di kurdî – kurmancî û dimilkî de du kome civak hene, di farsî de nînin.
Zimanê kurdî zimanekî nîv ergatîf e.
Nêr û mêtî di cînavkên kesîn û şanîdanê de jî hene. Di farsî de nînin.
Du kome cînavkên şanîdanê hene. Di farsî de nînin.
Zimanzan: Mînorskî: Destnîşan dike ku di navbera van her du zimanan de pênc cudahî hene.
Dengzanî: (fanotîka kurdî)
Guherîna dengan
Cudahiya şeklan. Ji cînavkan heta kêşana lêkeran
Cudahiya peyvsaziyê.
Cudahijya peyvan.[1]