$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Çiya Amed
Nav û paşnav: Rojda Guler
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Navê dê û bav: Fadîme – Abdulrahîm
Dîrok û cihê şehadetê: 23-25’ê Gulana 2022’an / Zap
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêya me Çiya li navçeya Bişêrî ya Êlihê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Di temenekî biçûk de tevî malbata xwe koçî metropolên Tirkiyeyê dike û li wir mezin dibe. Tevî ku li Kurdistanê mezin nebû jî, bi çanda xwe ya civakî re girêdayî ma. Karî ku bi keda xwe bijî û li ser xwe be. Ji bo ku meraqa Kurdistanê û hezkirina xwe ya ji bo welat ya di dilê xwe de pêk bîne, di beşa aborî ya zanîngehê de serketin bidest xist û çû Amedê. Gelek mereqa paytexta Kurdistanê Amedê dikir û li Amedê rastiya Kurdistanê nas kir. Li Amedê hem rastiya gelê Kurd û hem jî rastiya dijmin nas kir û derxist zanabûnê. Wê ev pêvajo weke pêvajoya xwenasînê nirxand. Rêhevala me Çiya ku di lêgerîna rêya ku wê bibe azadiyê de bû, îdeolojiya Apoyî û tevgera azadiyê nas kir. Rêhevala me Çiya ku lêgerîna wê ya azadiyê mezin bû, fêm dike ku rêya jina azad pratîkkirina îdeolojiya azadiya jinê ye û têkoşîan li ser vê bingehê ye. Bi hêrsa xwe ya li hemberî komkujiya li Gara Trenê ya Enqereyê ya di sala 2015’an de ji aliyê rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ve hat kirin û bi hesta tolhildana vê qetlîamê tevlî nava refên gerîla dibe.
Li Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi pratîka xwe ya yekemîn a gerîlatiyê kir û 5 salan li herêma Heftanînê xebatên pratîk pêk anî. Ji ber ku li qada Heftanînê gelek destpêk jiyan kir, ezmûn bi dest xist û gelek rêhevalên xwe jî şehîd dan ji dil ve bi vê qadê tê girêdan. Bi îdeolojiya Apoyî xwe li çiyayên Kurdistanê ji nû ve diafirîne û di xeta azadiya jinê de asteke girîng bi dest dixe. Ji bo gerîlaya modernîteya demokratîk pêş bikeve û bibe bersiv, di akademiya taybet a leşkerî de perwerde dibîne. Perwerdeya xwe ya akademiyê bi serkeftî diqedîne û wek sabotajkareke pispor mezûn dibe. Ji bo tiştên ku li akademiyê hîn bûye bi pratîk bike diçe herêma Zapê. Rêheval Çiya ku li vir beşdarî gelek xebat û çalakiyan dibe, bi kesayetiya xwe ya tije hest, jidilbûn û dilpakiya xwe hezkirina hemû rêhevalên xwe qezenç dike.
Li Kurojahro ku cihê erka wê yê dawî ye, bi pêşengiya fermandara me ya leheng û fedayî rêheval Mizgîn Ronahî derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dide. Rêheval Çiya ku di rêxistinbûn û binesaziya berxwedanê ya li qada Berxwedanê ya Kurojahro de xwedî kedeke mezin bû, di pêvajoya şer de jî bi awayekî aktîf cih girt. Rêhevala me Çiya ku ji dagirkeran re got raweste, bi cesareta xwe ya mezin derb li ser derban li faşîstan xist, axa Kurdistanê û rûmeta gelê Kurd parast, weke jina Kurd a qehreman û azad tevlî artêşa şehîdên nemir bû. Hezkirina rêheval Çiya ya azadiyê û baweriya bi serketinê wê her tim ji me re bibe mînak.[1]