$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Ronî Bakî
Nav û paşnav: Mazlum Ozguç
Cihê jidayikbûnê: Hatay
Navê dê û bav: Turkan - Fehmî
Dîrok û cihê şehadetê: 25’ê Gulana 2022’an / Zap
$Kurtejiyana şehîd:$
Rêheval Ronî di nav malbata Ozguç a welatparêz de, ku yek ji hezaran malbatên me yên ku ji ber zextên dijmin neçar man ji Kurdistanê koç bikin, li Hatayê hat dinê. Bi hezaran kîlometreyî ji dûrî welatê xwe jidayîkbûn têr nedikir ku têkiliya rêheval Ronî bi Kurdistanê re bibire. Rêhevalê me Ronî ku mamê wî jî di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de şehîd bû, hem ji bo parastina mîrateya berxwedanê ya mamê xwe û hem jî ji bo ji holê rakirina xeteriya qirkirinê ya gelê me, refên têkoşînê hilbijart. Rêheval Ronî ku demekê li ser vê bingehê di nava xebatên ciwanan de cih girt, di sala 2015'an de ku êrîşên dijmin herî zêde lê dijwar bûn, tevlî nava refên gerîla bû. Rêhevalê me Ronî ku li herêma Zapê perwerdeya xwe ya nû ya şervanan dît, piştre derbasî herêma Cîlo bû. Piştî demeke kin li herêma Cîlo hînê jiyana gerîla bû, beşdarî operasyona rizgarkirina Şengalê ya ji çeteyên DAIŞ’ê bû. Di şerê dijwar de bi cesaret û wêrekiya xwe bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Di şerê azadiyê yê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de xwedî ezmûneke mezin di taktîkên leşkerî de bû û bû fermandar. Piştî ku li Şengal ji çeteyan hat paqijkirin, li wir erka xwe bi serkeftî bi dawî kir û berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê. Rêheval Ronî ku vegeriya herêma Zapê û li wir dest bi çalakiyên gerîla kir, vê carê jî weke fermandarekî pêşeng, ji bo bi serketî ev wezîfe bi cih bîne gelek ked daye. Rêhevalê me Ronî ku bi kesayeta xwe ya fedakar ji aliyê hevrêyên xwe ve dihat hezkirin û rêzgirtin, yek ji rêhevalên me ye ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Zapê berxwedana dîrokî xêz kiriye. Ji sala 2018’an û vir ve li herêma Zapê ya ku lê bû li dijî dagirkeran pêşengiya gelek çalakiyan kir û bi tecrubeyên xwe dijmin da poşman kirin ku gav avêtiye qada Zapê. Di Pêngava Bazên Zagrosê de ku di sala 2021’an de jî hate pêşxistin, taktîkên gerîla yên serdema nû bi serkeftî bi cih anî bû pêşengê berxwedanê. Li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên ku dijmin ji Nîsana îsal ve dest pê kiribû, Kurojahro herêm veguherand keleha berxwedanê û bû sedem ku dijmin derbên giran lê bide. Rêhevalê me Ronî jî weke 4 rêhevalên xwe di encama êrîşa kimyewî ya artêşa Tirk a dagirker de, piştî berxwedaneke lehengî jiyana xwe ji dest da.[1]