$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Ozgur Memyan
Nav paşnav: Serfiraz Akyuz
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Besra-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 30'ê Gulana 2022 / Zap
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Ozgur li gundê Ovunduler ê herêma Qerejdagê ya Amedê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû, ku vê herêmê timî bi serhildanan Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê silav kiriye û ji roja destpêkê ve li ser xeta welatparêziyê bi rengekî bêsînor piştgirî daye têkoşîna me. Li dijî êrişên înkar, tunekirin û asîmîlasyonê yên dewleta Tirk a mêtinger, di nava serhildanên gelê me de mezin bû û ji zarokatî ve dixwest tevlî nava refên gerîla bibe. Tevî hewldanên sîstema mêtinger ku dixwaze ciwanên Kurd nezan bike û ji koka wan qut bike, hevrêyê me Ozgur rêya têkoşînê danî ber xwe û sala 2014'an li Amedê li cihê lê ji dayik bû tevlî nava refên gerîla bû, ji wir jî derbasî herêma Botanê bû û dest bi karê destpêkê yê gerîlatiyê kir. Di nava şert û mercên herî giran de bû xwedî îradeyeke xurt, di demeke kurt de tecrûbeyên mezin wergirt û di di jiyan û tevlîbûna xwe de zû bi hevrêyên xwe re bû yek. Li dijî êrîşên ji bo tunekirina hêviyên azadiyê yên gelê me ku bi ronahiya felsefeya Rêber Apo dimeşe, derbasî Şengalê bû û tevî hevrêyên xwe li dijî çeteyên faşîst şer kir. Hevrêyê me Ozgur bi taybetmendiyên xwe yên xurt ên şervanî û fermandariyê timî li pêş bû. Tevî ku birîndar bû bi îradeyeke mezin zû rehet bû û careke din vegeriya eniya şer, têkoşîna xwe bênavber dewam kir. Di gelek kar û qadên cuda de ma, ji aliyê leşkerî ve xwe pispor kir û tecrûbeyên xwe bi hevrêyên xwe re parve kir. Bi vî rengî di nava hevrêyên xwe de bû milîtanekî Apoyî yê tê hezkirin û hurmet jê re tê nîşandan. Ji bo bibe nûnerekî rasteqîn ê xeta şehîdan û hevrêyê Rêberê me, timî kûr dibû û ev kûrbûna xwe jî derbasî pratîkê kir, bi vî rengî bû hêz û moral ji hevrêyên xwe re.
Her tim pirsa 'Ez çawa dikarim hîn zêdetir û bi xurtî tevlî bibim' li xwe dikir û li ser vê bingehê xwe kûr dikir. Ruhê PKK'ê ku tevgereke fedaî ye pejirand û xiste meriyetê. Hevrêyê me Ozgur ku bi fedaîtî jiya û şer kir, li ser bingeha kûrbûnên xwe beşdarî saziya me Hêzên Taybet bû, kete nava kûrbûneke xurt û xwe jinûve afirand.
Hevrêyê me Ozgur bi kesayetiya xwe ya wêrek, bi îsniyatîf, bi tevger û dilgerm her tim li pêş bû û pêşengî ji hevrêyên xwe re dikir. Bi pêşvebirina xwe re her wiha tecrûbeyên xwe ji hevrêyên xwe re radigihand. Ji roja destpêkê ya êrîşa dagirkeriyê ya dewelta Tirk a dagirker û pê ve li eniya şer cih girt û bêrawestan li çeperan şer kir, bi rengekî çalak tevlî gelek çalakiyan bû ku derbên giran li dagirkeran hate xistin. Hevrêyê me Ozgur tevî hevrêyên xwe rê neda dagirkerî û dagirkeran û ji bo paşeroja azad a gelê me, ji bo berpirsyariya xwe ya ji bo bi hezaran ciwanên Kurd ên bi rûmet ên xwîna xwe rijandine, ji bo berpirsyariya ji Rêberê me û gelê me, kete nava hewldanên mezin. Xeta jiyan û şerê bi milîtanî ya hevrêyê me Ozgur ku ewladê leheng ê Kurdistanê ye, wê timî rêya me ronî bike.[1]