$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Welat Dalaho
Nav û paşnav: Poriya Îrfanî
Cihê jidayikbûnê: Kirmanşan
Navê dê û bav: Tûran - Mahmûd
Dîrok û cihê şehadetê: 26’ê Tebaxa 2022’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê ku bi fedakariya xwe ya ji bo azadiya xwe û bi berxwedana xwe ya bênavber hêza berxwedanê da hemû gelê me yê Kurdistanê îro jî li hemberî dagirkeran li ber xwe dide. Hevrêyê me Welat li bajarê qedîm ê Rojhilatê Kurdistanê Kirmanşanê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Ji ber ku malbata wî azadiya gelê me dît û bi partiya me PKK'ê re sempatî kir, wî ji biçûkatiya xwe ve Partiya me nas kir. Dîsa tevlîbûna malbata wî ya di nava refên gerîla de, bandorek li hevrêyê me Welat kir. Hevrêyê me Welat ku berxwedana ku di şexsê gerîlayê azadiyê yê Kurdistanê de pêş ket ji nêz ve dişopand. Dema ku gerîla bi fedakarî li dijî qetlîamên li ser gelê me li gelek qadan bi taybet li Şengalê li ber xwe da, mîna her ciwanên Kurd vê berxwedanê bandor li hevalê me Welat jî kir. Bi baweriya ku divê berpirsyariya xwe ya li hemberî gelê me bi cih bîne, biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe.
Hevrêyê me Welat di sala 2016'an de tevlî nava refên gerîla bû, bi enerjiya ciwantiya xwe û zelalbûna tevlêbûna xwe di demeke kurt de di kesayeta xwe de pêşketinên mezin ava kir. Bi tevahî xwe tevlî têkoşînê kiriye û ji bo her kêliyê têkoşîna xwe mezin bike, her dem hewl daye. Ji bo vê jî her tim xwe perwerde kiriye û xwe bi pêş ve biriye. Weke gerîlayekî ciwan ji bo li hemberî dijmin têkoşîneke çalak bimeşîne xwe di warê leşkerî de kûr kiriye. Bi taybetî kûrbûna di taktîkên serdema nû de, ji xwe re kiriye esas. Di wê baweriyê de bû ku têkoşîna me ya azadiyê wê bi yekîneyên gerîla yên profesyonel bi ser bikeve û ji bo vê jî di warê îdeolojîk û felsefî de û hem jî di qada leşkerî de xwest xwe bigihîne gerîlatiya Modernîteya Demokratîk. Li ser vê bingehê xwe perwerde kir. Hevrêyê me Welat ê ku di demeke kin bi kesayeta xwe ya rast, zelal, gihîştî û mutewazî hezkirina hemû rêhevalên xwe qezenç kiriye û hemû hevrêyên wî xwestine pê re bin. Piştî ku di gelek qadên cuda de xebitî, xwest li dijî êrîşên dagirkeriyê yên ku artêşa Tirk dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike, tevlî têkoşînê bibe.
Hevrêyê me Welat ku ev daxwaz bi cih anî, tevlî tîmên gerok bû û derbasî herêma Berxwedana Girê Amediyê. Li vê qadê şerekî gur hebû. Li Girê Amediyê ku dijmin tevî hemû teknîk û çekên kîmyewî nekarî berxwedanê bişkîne, hevrêyê me Welat bi çalakiyên ku ligel hevrêya me Nîrvana pêk anî de derbên xurt li dijmin dan. Ew bû pêşengê çalakiyên ku ji sûîkastê heta sabotajê û ev taktîk bi serkeftî pêk anî. Hevrêyê me Welat ê ku dema pêwîst bike derbên giran li dijmin dixist, dema pêwîst bû bi taktîka sûîqestê ya ji dûr ve li dijmin dida û bû yek ji milîtanên pêşeng ên berxwedanê. Wêrekiya wî, hêrsa wî ya li hemberî dijmin û îradeya wî ya ji bo veguherandina vê hêrsê moral û hêz da hevrêyên wî. Hevalê me Welat, weke namzetekî fermandariyê, li ser şopa fermandarê hêja Şehîd Simko Serhildan meşiya û heta nefesa xwe ya dawî bi fedakariya xewna Kurdistana azad şer kir û şehîd bû.[1]