$Agahiyên şehîd:$
Navê Kod: Adil Amed
Nav paşnav: Şehram Xusrewî
Cihê Jidayikbûnê: Seqiz
Dayik - Navê Bav: Nesrîn - Qadir
Cih û Dîroka Şehadetê: 21 Nîsan 2022 / Wan
$Kurtejiyana şehîd:$
Rêhevalê me Adil li bajarê welatparêz Saqiz ê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Di nava malbateke welatparêz de ku her tim li dijî hêzên dagirker piştgirî daye têkoşîna gelê me yê bindest, mezin bûye û di nav de cih girtiye. Gelê me yê ku êşa bi encam nebûna têkoşîna ku ji bo azadiyê dayî hîs dike û xwedî ruhê neyînî ya vê rewşê ava kirî ye, bi xeta berxwedanê ya PKK’ê ya ku di pêşengtiya Rêber Apo de pêş ket, xwe ji nû ve afirand. Têkoşîna me ya ku bi derketina Rêber Apo re dîwarên bêhêvîtiyê şikand, hişt ku gelê me yê Rojhilat biherike nava refên têkoşînê. Rêhevalê me Adil ku ji malbateke bi felsefeya Rêbertî û xeta jiyan û şer bawer dike, di temenê xwe yê biçûk de dest bi naskirina Têkoşîna Azadiya Kurdistanê kiriye. Rêhevalê me piştî xwendina Paraznameyên Rêbertî ku dibîne xeta têkoşînê ya rast di nava refên PKK’ê de tê rêvebirin, di sala 2005’an de bê dudilî biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe.
Rêhevalê me Adil ku ji jiyana ji dil û têkiliyên rêhevaltiyê yên di nava PKK’ê de pir bandor bûbû, jiyana şehîdên me yên ku bi ked û berdêlên mezin nirxên Partiya me afirandine û kedên mezin didin, pir meraq dikir, ji bo ku bibe nûnerê xeta şehîdên me yên têkoşînê hewldaneke mezin da. Rêhevalê me Adil ku her tim li ser hînbûn û parvekirina tiştên ku hîn bûye bi rêhevalên xwe re esas digirt, bi xeta rêhevaltiyê re girêdayî ma û ji bo bilindkirina nirxan bû xwedî hewldan û kedê. Rêhevalê me yê ku bi nasîna partiya me ya PKK’ê re hê bêtir bi xeta têkoşînê re bû yek, bi cidiyeteke mezin û li ser esasê serkeftinên zelal nêzî hemû erkên mezin û biçûk bûye. Bi kelecaneke mezin nêzî erkên ku datîna ber xwe û bi hewldana xwe ya mezin ya ji bo bi serketî van erkan bi cih bîne, ji aliyê hemû rêhevalên xwe bi teqdîr hatiye pêşwazîkirin.
Rêhevalê me Adil ku girîngiyê dide jêhatîbûna di warê leşkerî de û di heman demê de pêşketina bîrdozî, bi lêhûrbûnkirina li ser taktîkên gerîla di demeke kurt de bûye gerîlayekî pispor. Rêhevalê me bi taktîkên gerîla yên serdema nû, weke fermandarekî xwedî taybetmendiyên milîtanî rêhevalên xwe bi rê ve bir. Hevrêyê me yê ku piştî ezmûna xwe ya yekemîn a gerîlatiyê ya li Qendîlê derbasî Avaşînê bû, piştî pratîka xwe ya serkeftî li qadên Metîna û Heftanînê gerîlatiya xwe berdewam kir. Rêhevalê me yê ku di demeke kin de li her qada ku çûbû fêrî şertên wê dibû, di jiyan û şerê xwe de ji bo hemû hevrêyên xwe sekneke mînak nîşan da. Rêhevalê me Adil ku kîneke mezin li dijî dagirkeran hebû, li ser pêşniyara xwe, bi daneheva xwe ya mezin berê xwe da qibleya gerîla ango herêma Botanê. Hevrêyê me yê ku di gelek çalakiyan de di her qadê de cih digire, di demeke kin de li Botanê dibe xwedî pratîkeke serkeftî. Hevrêyê me yê ku hêrsa xwe ya li hemberî dagirkeran veguherand çalakiyan, bû pêşengê xurt ê ruhê şervanî û fedayî yê ku PKK’ê afirandiye. Rêheval Adil ku dilsozê Rêber Apo û şehîdên me yên pîroz e, bi tarz û telîmata xwe ya ku bersivê dide pêdiviyên serdema nû, mîrateyek mezin ji rêhevalên xwe re hiştiye. Rêhevalê me Adil ê ku tevlî karwanê şehîdan bû, wê her tim di têkoşîna me de zindî be û wê pêşiya me ronî bike.[1]