$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Şevger Ararat
Nav paşnav: Mahsûm Guneş
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Cemîle-Mîrza
Dem û cihê şehadetê: 27'ê Cotmeha 2020 / Cîlo
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Şevger li Mûşê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû û mezin bû. Li nava kevneşopiya berxwedana me ya dîrokî mezin bû ku bi pêşengiya PKK'ê li Kurdistanê hate afirandin û zû bi hestên welatparêziyê yên xurt hesiya. Hevrêyê me dît ku ji derdora xwe ya hêz, xizmên wî yên li qada siyasî ji bo mafên rewa yên gelê me têdikoşiyan ji aliyê dagirkeran ve hatin zîndanî kirin, rûyê rastî yê dagirkeran dît û nas kir. Li hemberî polîtîkayên înkar, îmha û asîmîlasyonê yên li dijî gelê me tê meşandin, bû xwedî hêrseke mezin. Her ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas kir xwest ku bi rengekî çalak tevlî bibe.
Hevrêyê me Şevger ji bo gelê me bibe xwedî paşerojeke azad, weke ciwanekî Kurd ê bi rûmet xwe berpirsyar dît û sala 2014'an tevlî nava refên gerîla bû. Bi perwerdeyên wergirtî re bi felsefeya Rêbertî re têkiliyeke kûr çêkir û ji bo tiştên hîn bûye bixe meriyetê, bi biryardarî dest bi kar kir. Bi enerjiyeke mezin li Zagrosan gerîlatî kir, li çiyayên serhildêr bû yek, cihê xwe li eniya şer girt, bi berxwedana me ya destanî re bû yek. Bi kesayetiya xwe ya kedkar û dilnizm li nava hevrêyên xwe bû cihê hezkirin û hurmetê, ji bo karibe di tatkîkên gerîlatiyê de bibe pispor her tim hewl da. Ji bo parastin û mezinkirina nirxên ji aliyê şehîdên me yên pîroz ve hatine afirandin, bi hesasiyeteke mezin tevdigeriya û bi tevlîbûna xwe ya di asta pêşengiyê de di demeke kurt de bû fermandar. Hevrêyê me Şevger ku tevlî gelek çalakiyan bû, di asta pêşengiyê de derbên giran li dagirkeran xist, ji bo bicihanîna tatkîkên gerîlatiya dema nû ya bi pisporî bû xwedî kedeke mezin. Hevrêyê me demeke dirêj li cografya herî zehmet a Kurdistanê gerîlatî kir, bêrawestan xebitî û tevkariyên mezin li têkoşîna me ya şoreşê zêde kir. Hevrêyê me Şevger bi kesayetiya xwe ya kedkar û dilnizm bi nirxên ku afirandiye wê her tim di têkoşîna me be û di berxwedana me ya serketinê de rêya me ronî bike.[1]