$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Têkoşer Gimgim
Nav paşnav: Delîl Yilmaz
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Sabriye-Ercan
Dem û cihê şehadetê: 26'ê Adara 2017 / Cîlo
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Têkoşer li navçeya Gimgim a Mûşê ji dayik bû ku yek ji navendên berxwedanê yên herêma Serhedê ya dilsozê nirxên Kurdistanî ye. Hevrêyê me li nava malbat û derdorekê mezin bû ku hestên xwe yên welatparêziyê xurt e û dilsozê çanda Kurd e. Çanda berxwedanê zû pejirand. Ji ber polîtîkayên asîmîlasyon û zextê yên ku dewleta Tirk a mêtinger li hembeî gelê me dimeşîne, neçar ma ku tevî malbata xwe koçî Ewropayê bike û bi hesreteke mezin a li xaka pîroz a Kurdistanê mezin bû. Tevî ku li navenda sîstema Modernîteya Kapîtalîst mezin bû, hevrêyê me Têkoşer ti carî ji berxwedanê û têkoşîna bi rûmet a gelê me qut nebû. Hevrêyê me, jiyana şexsî û qutbûna ji civakê ya sîstemê red kir, êşên gelê me timî di dilê xwe de hîs kir. Ji ber ku ji xizmên wî tevlîbûn li nava refên têkoşînê çêbû û hinek jê şehîd ketin, hewl da ku rastiya şehîdan baş fêhm bike û xwedî li têkoşîna wan derkeve. Hevrêyê me ji bo demekê tevlî nava karên ciwanan bû, tevlîbûna xwe têrker nedît û xwest li navenda têkoşînê li çiyayên Kurdistanê cihê xwe di nava berxwedana dîrokî de bigirge. Li hemberî êrîşên qirker ên hovane yên li Rojava û Şengalê li dijî gelê me dihate kirin, ti carî bêdengî li xwe qebûl nekir û sala 2014'an ku êrîşên li ser gelê me giran bûn tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû.
Hevrêyê me li Botanê beşdarî nava refên grîla bû, hesreta li welêt bi dawî kir û li nava refên têkoşînê sekneke bi biryar nîşan da. Ji Botanê derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, piştî perwerdeya bingehîn a gerîlatiyê bi serketî qedand, derbasî herêma Qendîlê bû û dest bi pratîka xwe ya destpêkê ya gerîlatiyê kir. Hevrêyê me ji xwe re kir esas ku her tim xwe bi pêş ve bibe, di xeta serketinê de bibe gerîlayekî şareza û demekê tevlî nava karên Hêzên Taybet bû. Piştre derbasî keleha berxwedanê ya Zagrosan qada Cîlo bû, têkoşîna xwe ya bi bandor li vê erdnîgariya tund û asî ya Kurdistanê dewam kir. Bi kesayetiya xwe ya milîtan li pêş bû, tevlî nava gelek çalakiyan bû û pêşengî ji gelek çalakiyan re kir ku derbên giran li artêşa Tirk a dagirker hate xistin. Hevrêyê me di wê baweriyê de bû ku êrîşên dewleta Tirk a mêtinger ên li hemberî gelê me divê ti carî bêbersiv nemînin û bi têgihiştina ku bersivdayin jî bi kesayetiyekî milîtan ê xwe li ser bingeha sekna îdeolojîk û leşkerî baş bi rêxistin kiriye dikare bibe, di her qada jiyanê de xwe perwerde kir. Li gel nêzîkatiyên xwe yên ji dil û dilnizm ên di têkiliyên hevrêtiyê de, her wiha bi sekna xwe ya ku tawîz ji parastin û pêşvebirina jiyana rêxistinê nedida, bû milîtanekî pêşeng, her tim hewl da wezîfeyên demê bi serketî bi cih bîne. Xeta milîtaniyê ya Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê heta kêliya ku şehîd bikeve bêteredût meşand. di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Têkoşer bila serê gelê me yê welatparêz sax be. Em careke din soza xwe dubare dikin ku têkoşîna hevrêyê xwe bi ser bixînin.[1]