$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Rêzan Kato
Nav paşnav: Bariş Orhan
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Mîrarihan-Abdulcebbar
Dem û cihê şehadetê: 20'ê Nîsana 2017 / Zap
$Kurtejiyana şehîd:$
Gelê Kurd her tim pişta xwe spartiye çiyayên Kurdistanê yên bi heybet, baweriya xwe bi dostê xwe yê herî mezin bi çiyê anî û ji ber vê yekê karîbû li ber her êrîşên li dijî îradeya xw eya azadiyê rabe. Gelê me ku bi sedan salî li quntara çiyayên qedîm ma, bi saya çiyê çanda xwe ya civakî parast û xwe gihand vê serdemê. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê jî di dema destpêkê de çiya ji xwe re kirin war, bi çiyê re bûn yek û yek ji çiyayên asî yên Botanê ku navenda me ya berxwedanê ye çiyayên Katoyê şahidî ji gelek destanên lehengiyê yên Apoyî re kir. Hevrêyê me Rêzan û malbata wî weke ferdên eşîra Marînosê li cografya bi heybet a çiyayên Katoyê bûn. Lê belê ji ber polîtîkayên şewitandin û hilweşandina Kurdistanê yên dewleta Tirk a faşîst qirker mêtinger, neçar man koçî Wanê bikin. Hevrêyê me Rêzan li Wanê ji dayik bû, li nava çanda civakî ay eşîra Marînos a welatparêz û li zemîna dilsoziya malbata wî ay li tevgra azadiyê mezin bû. Lewma hîn di zarokatiyê de hestên welatparêziyê di dilê wî de bi cih bûn û bi hişmendiya têkoşîna azadiyê ya gel mezin bû. Li taxa Xaçortê ya Wanê ku bi welatparêzî û serhildanên xwe tê naskirin, mîna gelek ciwanên Kurd tevlî serhildanê bû. Di van serhildanan de rastiya dijmin dît, hestên raperîn û kêliyên azadbûnê jiya. Tevî ku li dibistanên dewleta Tirk dxiwend, li nava rejîma asîmîlasyonê xwe parast, neheliya. Bala xwe timî li ser gerîla bû ku qehremanên ciwanên Kurd hemûyan e. Kete nava wê lêgerînê ku beşdarî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bibe, hîn bi çalak cihê xwe di nava têkoşînê de bigire. Sala 2015'an dema ku dewleta Tirk a mêtinger li dijî gelê Kurd dest bi êrîşa qirkirinê ya topyekûn kir, hevrêyê me Rêzan jî weke bersiveke mezin berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.
Li herêma Zapê dest bi gerîlatiyê kir, li vir tevlî perwerdeya şervanên nû bû û meşa xwe ya şoreşê da destpêkirin. Li xaka pîroz a Zapê jiyana Apoyî hîn bû, pîvanên PKK'ê di kesayetiya xwe de bi cih kir. Bi kesayetiya xwe ya bi coş, dînamîk û kelecan, hewl da her tim tiştên nû hîn bibe. Bi saya van taybetmendiyên xwe zû bi pêş ket û hînî gerîlatiyê bû. Tiştên ku hîn bû jî bi samîmî û cidiyeteke mezin derbasî pratîkê kir û di jiyana xwe de şênber kir. Hevrêyê me Rêzan bi hevgirtiya xwe ya şoreşgerî bû mînakek mezin û li nava hevrêyên xwe hate hezkirin, bû cihê hurmetê. Bi milîtanî û sekna xwe ya Apoyî, bi tevlîbûna xwe ya ji dil, her tim ji aliyê hevrêyên xwe ve hate hezkirin. Mîrateya têkoşînê ya ku hevrêyê me Rêzan ji me re hişt wê di têkoşîna me ya serketinê de timî rêya me ronî bike.[1]