$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Zinar Pasûr
Nav paşnav: Kazim Kaya
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Nefîse-Fehmî
Dem û cihê şehadetê: 21'ê Nîsana 2017 / Avaşîn
$Kurtejiyana şehîd:$
Bajarê Amedê ji berbanga mirovahiyê ji şaristaniya şoreşa neolîtîkê re bû dergûş. Bi çiyayên xwe yên bi ehybet û deştên xwe yên dewlemend malovanî ji gelê me re kir. Kurdan bi hezaran salan Amed ji xwe re kirin war, welat û li vê derê li ser koka xwe jiyan, xwe gihandin heta vê astê. Lewma bajarê Amedê ne tenê ji bo xelkê me yê Amedê, ji bo hemû Kurdan bû qibleya Kurdîtiyê, bû bajarê sereke yê Kurdistanê. Ev rewş û koka dîrokî ya Amedê kir ku çanda welatparêziyê timî lê xurt be. Lê belê ya ku Amed kir Amed, pêngava dîrokî ya PKK'ê, berxwedana dîrokî ya li Zindana Amedê ya bi pêşengiya hevrê Mazlûm Dogan, agirê li bedena Çaran û xeta berxwedanê ya çalakgerên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê bû. Xelkê Amedê li ser bingeha mîrateya berxwedanê ya Amedê ji nû ve vejiya, rabû serhildanê, sekneke xurt a welatparêziyê nîşan da ku heta niha jî dewam dike û tirs xistiye dilê dijmin. Bêguman ev yek bi saya ewladên hêja, leheng û bedew hate kirin ku tevlî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bûn û bi lehengî şer kirin, şehîd bûn. Bi rengekî ku li vê dîroka bi heybet a Amedê tê, yek ji beşdarên têkoşîna azadiyê hevrêyê me Zinar bû. Hevrêyê me Zinar li nava malbateke welatparêz, dilsozê nirxên xwe yên civakî û kedkar ji dayik bû û mezin bû. Hevrêyê me ji bo alîkariyê bi debara malbata xwe bike hîn di zarokatiyê de li gelek deveran xebitî û ked nas kir. di vê demê de hem rewşa gelên bindest hîs kir û fêhm kir, hem jî mêtingeriya li ser gelê Kurdistanê nas kir. Dewleta Tirk ew bi zorê tevlî leşkeriya ji neçarî kir. Hevrêyê me Zinar li vê derê rûyê rast ê dewleta Tirk hîn bêhtir ji nêz ve nas kir.
Hevrêyê me Zinar ku bala xwe li ser têkoşîna azadiyê ya gelê Kurdistanê bû û hestên xwe yên welatparêziyê xurt bû, di sala 2015'an de biryar da ku beşdarî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bibe. Li hemberî yên ku bi nemerdane êrîşî gelê Kurd dikin û bi xwînxwarî şer îlan kirin ku çokê bidin tewandin, bawer kir ku bersiva herî mezin tevlîbûna li nava gerîla ye, têkoşîna li çiyê ye. Li ser vê bingehê di salvegera Cejna me ya Vejînê 15'ê Tebaxê de biryar da ku tevlî nava PKK'ê bibe û xwe gihand çiyayên Amedê. Xwegihandina çiyayên Kurdistanê, li Amedê tevlîbûna li nava refên gerîla ji bo xwe weke xwgihandina koka xwe pênase kir. Mîna darek li ser xaka xwe şîn dibe, meşa şoreşê ji Amedê da destpêkirin. Piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, li vir tevlî perwerdeya bingehîn a gerîlatiyê bû û li Amedê dest bi pratîka gerîlatiyê kir. Li Avaşînê pîvanên jiyanê yên Apoyî, hevrêtiya PKK'ê di kesayetiya xwe de bi cih kir û di hunera gerîla de xwe perwerde kir. Li ser vê bingehê li Zagrosan di astên cuda de wezîfe kir. Kesayetiya wî ya dilnizm û taybetmendiyên wî yên kedkar li her deverê kir ku bibe milîtanek ku li nava hevrêyên xwe bê hezkirin. Li Avaşînê bi rengekî çalak tevlî pratîka şer bû, cihê xwe di nava çalakiyan de girt. Hêrsa li dijî mêtingeran bi performansa xwe ya li nava çalakiyan bi hilanîna tolê nîşan da. Hevrêyê me Zinar weke milîtanekî ji dil, fedakar û wêrek mîrateyeke mezin a têkoşînê li pey xwe hişt û wê di têkoşîna me de her tim bê bîranîn.+[1]