$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Erdal Dogan
Nav paşnav: Nasir Abbasî
Cihê jidayikbûnê: Xoy
Dayik-Bav: Sakîne-Ahmet
Dem û cihê şehadetê: 28'ê Adara 2017 / Cîlo
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Erdal li gundê Daşpesek ê bajarê Xoy ê Rojhilatê Kurdistanê ji malbateke Acem ji dayik bû, ku li vê herêmê dewleta Îranê bi polîtîkayên bihevxistina gelan hewl dide hîn bêhtir serweriyê li ser gelan çêbike. Malbata hevrêyê me Erdal jî malbateke kedkar e. Hevrêyê me Erdal hîn biçûkanî tevî malbata xwe karê çandiniyê kir û hewl da tevkariyê li aboriya malbatê bike. Sala 2004'an bi destpêkirina dema ciwantiyê re ji karkerên Kurd Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ya bi pêşengiya partiya me PKK bihîst, têkoşîna azadiyê ya partiya me bala wî kişand. Her roj hîn bêhtir bala wî çû ser partiya me û Rêber Apo. Bi taybetî her ku rastiya Rêber Apo nas kir, hîn bêhtir pê ve hate girêdan. Fêhm kir ku felsefeya Rêber Apo yekane felsefe û îdeolojî ye ku gelên Rojhilata Navîn bi rêya wê karin bi rengekî aştiyane û aram bijîn; lewma têgihişt ku Rêbertî ne tenê rêberê gelê Kurd e, di heman demê de rêberê gelên Rojhilata Navîn e. Weke ciwanekî ji Rojhilata Navîn ku bexçeyê gelan e, biryar da ku tevlî feslefeya Rêberê me û têkoşîna azadiyê bibe. di sala 2006'an de berê xwe da navenda berxwedanê, çiyayên Kurdistanê.
Hevrêyê me Erdal piştî ku perwerdeya xwe ya destpêkê li herêma Xakurkê dît, bi bihara 2007'an de derbasî nava pratîkê bû. Nêzî 3 salan li herêmên Xakurkê û Şemzînanê gerîlatî kir. Di nava vê pratîka 3 salan de hevrêyê me Erdal di gelek mijaran de bû xwedî tecrûbe, bû milîtan û fermandarekî hêja yê partiya me PKK'ê. Hevrêyê me Erdal ku ji ber qezayekê ji çavê xwe birîndar bû, piştî ku hate dermankirin careke din vegeriya û karên xwe dewam kir. Hevrêyê me Erdal ti astengî nas nekir û ti carî xwe ji doza jê bawer dikir venegirt. Piştî pratîka zehmet a li Xakurkê û Şemzînanê, li Akademiya Mazlûm Dogan a Dibistana navendî ya Partiyê tevlî perwerdeyê bû. Di pêvajoya perwerdeyê de ji aliyê îdeolojiya Apoyî û taktîkên şer ên gerîlatiyê ve xwe bi pêş ve bir. Bi hêz û moralê ji perwerdeyê wergirtî di salên 2011-2012'an de beşdarî operasyona şoreşgerî ya li herêmên Xakurkê û Şemzînanê bû. Di operasryona şoreşgerî de ku bi pêşengiya hevrêyê me Şehîd Reşît Serdar de hate kirin, hevrêyê me Erdal tevlî gelek çalakiyan bû, derbên giran li dagirkeran xist. Ji ber serketina xwe ya di vê operasyona şoreşgerî de bi wezîfeya fermandariya yekîneyê derbasî qada Cîlo bû. Bi karkerî, fedakarî û sekna xwe ya dilnizm li nava dilê hevrêyên xwe cih girt. Bi tecrûbe û wêrekiya xwe jî pêşengî ji hevrêyên xwe re kir, xwedî li wezîfeyên demê derket û bû mînak ji hevrêyên xwe re. Hevrêyê me Erdal sala 2016'an derbasî qada Oremarê bû, li vê derê gelek çalakiyên bi bandor li hemberî dijmin lidar xist û jiyan li dijmin teng kir. Hevrêyê me Erdal ku bi têgihiştineke wezîfeyê tevdigeriya, li ku derê pêwîstî pê hebûya li wir bû, wezîfeyên rêxistinê bir engekî serketî û hêjayî hevrêyên şehîd bibe bi cih dianî. Li ser vê bingehê di sala 2017'an de careke din derbasî qada Cîlo bû, weke fermandarê tabûrê hîn bêhtir bar hilda serm ilê xwe. Li dijî operasyona dijmin a ku bihara 2017'an destpê kir, bi sekna xwe ya bi wêrek hevrêyên xwe yekser bi rêxistin kir û li dijî dijmin dest bi êrîşê kir. Di şer de bi dehan leşkerên dijmin hatin cezakirin. Hevrêyê me Erdal jî dema ku tevî 3 hevrêyên xwe ber bi baregehê ve diçûn, ji ber barana zêde û zîpê qefilîn û şehîd bûn.[1]