$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Brûsk #Dersim#
Nav paşnav: Mehmet Yildirim
Cihê jidayikbûnê: Dersim
Dayik-Bav: Halîse-Hasan
Dem û cihê şehadetê: 28'ê Adara 2017 / Cîlo:
$kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Brûsk Dersim li navçeya Çemîzgezek a Dersimê ji dayik bû. Hevrêyê me Brûsk ku li nava malbateke koçber mezin bû, taybetmendiyên xwezayî û ji dil ên koçeriyê kesayetiya wî afirand. Hevrêyê me Brûsk ku destpêkê diçû dibistanên dewleta Tirk, piştre ev dibistanên ku xwe jê nedidît terikand. Ji ber ku malbata wî koçber bû, derbasî herêma Erzînganê bû, li zozanên bilind ên Erzînganê koçerî kir û tevkarî li debara malbata xwe kir. Vê demê gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê nas kir û kete bin bandora jiyana gerîla. Hevrêyê me Brûsk ku haya xwe ji êrîşên giran ên dijmin ên li hemberî gelê me hebû, gihîşt wê baweriyê ku ji bo gel, çand û zimanê xwe divê tiştekî bike. Bi vî rengî kete nava hewldanan û fêhm kir ku têkoşîna herî bi bandor li çiyayên Kurdistanê bi gerîlatiyê dibe. Lewma di sala 2013'an de tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me Brûsk ku li herêma Metînayê dest bi gerîlatiyê kir, bi perwerdeyan jiyana azad a gerîla fêhm kir û hîn bêhtir tevlî bû. Hevrêyê me Brûsk ku ji nava jiyaneke xwezayî, çiyayî û civakê hat, di demeke kurt de hînî jiyana li çiyê bû. Bi taybetmendiyên xwe yên dilnizm, pak, ji dil û fedakar bi hemû hêza xwe tevlî nava jiyanê bû û pêşengî ji hevrêyên xwe re kir. Hemû karên datanî ber xwe bêdudilî bi cih anî. Hevrêyê me Brûsk jiyana hevrêtiyê ya li nava PKK'ê pîroz didît, her tim dixwest hevrêtiyê xurtir bike. Têkiliyên hevrêyê yên li nava PKK'ê jiyana hevrêyê me Brûsk jî bedew û bi wate kir. Ji ber vê yekê her kêliya jiyana gerîla bi eşqeke mezin jiya. Her wiha heta dawiyê baweriya xwe bi felsefeya Rêber Apo anî û zanî ku ji bo azadiya gelan rêya herî rast felsefeya Rêbertî ye. Piştî ku demekê li herêma Heftanînê gerîlatî kir, li dijî êrîşên DAÎŞ'ê ji bo parastina gelê me derbasî qadên berxwedanê bû. Du salan li dijî çeteyên DAÎŞ'ê şer kir, du caran bi giranî birîndar bû, lê tevî vê yekê jî nesekinî û rawestandin ji bo xwe qebûl nekir. Hevrêyê me Brûsk şerê li dijî çeteyan bi rengekî serketî bi cih anî, piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê li Akademiya Hakî Karer tevlî perwerdeya leşkerî û îdeolojîk bû, di taktîkên serdema nû de xwe bi pêş ve bir û bû fermandarekî pêşeng. Piştî perwerdeyê weke fermandarê yekîneyê derbasî qada Cîlo bû, li vê qadê wezîfeyên girîng hilda ser milê xwe. Li dijî operasyonên dijmin bi wêrekî û biryardariyeke mezin şer kir û tevî 3 hevrêyên xwe dema ku vedigeriya baregehên xwe ji ber berfê û zîpikê qefilî û şehîd bû.[1]