$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Rojhat Ronî
Nav paşnav: Yûnûs Kaplan
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Gulsûn-Husnu
Dem û cihê şehadetê: 28'ê Adara 2017 / Cîlo
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Rojhat li Silopiyaya ku yek ji navendên girîng ên berxwedanê yên Botanê ye, di malbateke welatparêz de jidayîk bûye. Ji ber ku malbat û derdora wî welatparêz bû, bi hişmendiyeke welatparêzî hat mezinkirin. Li ser vê bingehê rastiya gelê xwe, nasnameya xwe û rastiya dijmin pir baş fêm kir. Ji ber vê sedemê ji ciwantiya xwe ve di nava xebatên ciwanan de cih digire û li dijî dijmin ketiye nava têkoşînê. Di sala 2013’yan de tevî hemû hewldanên aştiyane yên Rêber Apo, ji ber ku dijmin di polîtîkayên xwe yên qirkirinê de israr kiriye, ji bo bi zimanê ku jê fêm dike bersivê bide dijmin, biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe.
Hevrêyê me Rojhat ku pêşbînî dike ku dijmin wê li dijî gelê me şerekî berfireh bide destpêkirin, ji bo vê jî xwest xwe bi her awayî perwerde bike. Hevrêyê me Rojhat ê ku li qada Avaşînê perwerde dît, di demeke kin de xwe bi jiyana gerîlatiyê re adapte kir. Hevrêyê me Rojhat ê ku ferq kir ku dijmin encax bi şerê gel ê Şoreşgerî dikare têk biçe, ji bo vê jî bi hezkirin û coş tev li xebatan bû. Di demeke kin de xwe di warê leşkerî û bîrdozî de pêş xist û bû milîtanekî pêşeng. Ji xebatên xwe yên li qada Avaşînê ezmûneke girîng bi dest xistiye. Hevrêyê me Rojhat ê ku piştî demekê derbasî herêma Cîlo bû, li vir erk û berpirsyariyên girîng girt ser xwe, bi fedakariyeke mezin xebatên xwe meşand û alîkariya hemû hevrêyên xwe kir. Hevrêyê me Rojhat ku bi cesaret û kedkariya xwe tê naskirin, li herêma Cîlo li dijî operasyona dijmin şerekî fedaî daye meşandin. Hevrêyê me Rojhat ku bi hevrêyên xwe re derbên giran li dijmin xist, dema ji çalakiyê vedigeriya qadên xwe, ji ber barîna berfê û bagerê cemed girt û gihîşt şehadetê.[1]