$Nivîskar, mamoste û wergerê kurd Welîd Remzî Bekir$
Ew di d'roka 20.03.1975'an de li gundê mabeta ya girêdayî #Efrîn#a ser bi Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye. Xwendina seretayî li gund xwendiye, paşê xwendina xwe li Helebê berdewam kir û di fakulteya wegera Inglîzî-Erebî ji zanîngeha Baesê ya li bajarê Humisê di sala 2010'an de derçû.
Wî di warê dersdayîna zimanê Inglîzî de li dibistanên Efrînê û Helebê ders dida û di warê wergerê de jî xebat kiriye. Di sala 2004'an de zewicî û xwedî du zarokan e.
Di havîna 2012'an de di damezrandina yekîtiya mamosteyên Rojavayê kurdistanê de beşdar bû û di endamtiya desteya rêveber de hate hilbijartin.
Bi geşedanên şoreşa Sûriya û Rojavayê Kurdistanê re, mala xwe ji Helebê veguhest Efrînê, di nava yektîiya mamosteyên Efrînê de xebat kir û serpereştiya dibistanan kir. Di sala 2013'an debi komek mamosteyên zimanê kurd peymangeha şehîd Viyan Amara ya ziman û wêjeyê li bajarê Efrînê ava kirin. Ew yekem peymangeha bi zimanê kurdî bû li ser asta Rojavayê Kurdistanê û heta 2016'an de tê de wekî rêveber xebat kir.
Paşê di sala 2016'an de derbasî zanîngeha Efrînê beşê fakulteya wêje beşê ziman û wêjeya kurdî bû û tê de mamostetiya zimanê kurdî û inglîzî kir. Di sala 2017'an de bû berpirsê beşê bername û plansaziyan a zanîngeha Efrînê. Di zanîngehê de madeyên mîna ''Zimanê Kurdî, xwendin û nivîsîn, dahûrandina nivîsên wêjeyî, werger û ekolên wêjeyî didan. Di heman demê de ew yek ji endamê navenda lêkolînên wêjeyî, zimanî û wergerê ye.
Heta sala 2018'an de di zanîngeha Efrînê de perwerdehî dida, paşê bi şerê dagirkeriya tirk li ser efrînê koçberî herêma cizîrê bû û li bajarê Qamişloyê niştecih bû.
Di destpêka sala 2019'an de wekî serokê Hevgirtina HRRK Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê hate hilbijartin û li rex vê yekê di zanîngeha Rojava heta sala 2019'an de perwerdehiya bi zimanê kurdî û Inglîzî. Di zanîngehê de seroketiya fakulteya hunerên bedew kiriye.
Di sala 2020'an de di damezrandina peymangeha wergerê d ebeşdar bû û tê dersên wergerê yên Inglîzî-Kurdî û Kurdî-Inglîzî dida. Dîsa di sala 2020'an de bû hevserketiya fakuteya ziman û zanistên civakî kir û di heman demê dersên wergerê didan.
Berhemên wî ku ta niha hatine çapkirin:
- Ferhenga VIYAN 2015
- Ax û Welat – 1 sala 2018
- Têgehên siyasî û rêveberî (Erebî – Kurdî)
- Ax û Welat 2 sala 2021
- Rêgehên Wêjeyî (lêkolîneke wêjeyî ye) – Weşanxaneya Ava 2020
- Av Nîne ku Tehna wê Bişikîne (werger ji erebî) – Weşanxaneya Şilêr 2022
Ji berhemên ku dê werin çapkirin:
- Rastî û Azadî (wergera ji kurdî)
- Welatê Rojê – 1 (werger ji erebî) 2022
- Çîrok (werger ji ingilîzî) 2022
- Derbirîna Devkî û Nivîskî
Her wiha wî gelek mataryal û pirtûkên dibistanan yên girêdayî desteya perwerdehiyê wergerandine. Gelek semîner û panêl di derbarê ziman û wêjeya kurdî de pêşkêş kirine. Û gelek gotar û kurteçîrok di rojnameya ronahî, şermola, Rojava û Deşt de berlav kirine.
Di dawiya sala 2021'an de li Qamişloyê beşdarî damezrandina hevgirêdana Efrîn a civakî bû. Vêga di warê wegerê de di navbera sê zimanên ''Kurdî – Erebî –Inglîzî) de dixebite.[1]
Aras Hiso
Jêder: Hevpeyvîna bi nivîskar Welîd Bekir Remzî re