Piştî destpêkirina şerê Rusya û Ukraynayê Amerîka û Ewropayê dest bi cezayên li ser Rusyayê kir. Yek ji wan cezayan jî rawestandina gaz û nefta Rusya a ji bo welatên Ewropayê bû. Piştre jî Amerîka û Ewropa ketin nava hewildanan daku bikarin li şuna Rusya gaz û neftê ji cihek din peyda bikin.
Li vêderê pirsyara sereke eve, gelo wê kîjan welat bikare cihê Rusyayê bigre ji bo Ewropa?
Bi rawestandina neft û gaza Rusya ya ji bo welatên Ewropayê ziyanek mezin a madî gihişt Rusyayê. Li gor tê gotin, rojane 600 milyon Euro ya gazê û 350 milyon Euro jî ya neftê ziyan digihe Rusyayê.
Welatên Ewropa bi rêjeyek berçav pêdawîstiyên xwe yên neft û gazê ji Rusyayê peyda dikir. Rojane Rusya 10 milyon bermîl neft û ji sedî 16’ê gaza tevayî cîhanê hildiberîne.
Ji beriya rawestandina gaz û nefta Rusyayê, welatên Ewropî bi rêjeya ji sedî 25 neft û ji sedî 40’ê gazê ji Rusyayê werdigirt.
Tenê Almanyayê di sala 2020’an de ji sedî 55.2’yê gaza xwe ji Rusyayê werdigirt.
HEWLDANÊN WELATÊN EWROPAYÊ
Piştî cezayên li ser Rusyayê destpêkirin û gaz û nefta Rusyayê hat rawestandin, welatên Ewropa yekser ketin nava hewildanan daku cihgirê Rusyayê peyda bikin. Piştre Amerîka û Ewropa ketin nava hewildanan daku bikarin bi awayek bilez cihgirê Rusyayê diyar bikin.
Di nava wan welatên ku dixwazin cihê Rusyayê bigrin de, gaza Qeter, Cezayîr, Libya û Nîjerya heye. Lê gihandina gaza van welatan zehmetiyên wê zêdene her wiha nikarin tevayî pêdawîstiyên Ewropayê temam bikin.
Erebistana Siudî, Îmarat û Iraq wek sê welatên din ên xwedî neft û gaz ketine nava lîsta welatên ku cihê Rusyayê bigrine. Erebistana Siudî yek ji welatên herî bihêz ên berhemanîna neft û gazê ye. Her wiha hevpeymanek stratejîk ê Amerîkayê ye. Ji ber wê Erebistana Siudî wek cihgirek baş ê neft û gazê yê Rusyayê tê dîtin. Lê dibe ku Erebistana Siudî têrê neke. Ji bona wê daxwaz ji Îmrat û Iraqê jî hatiye kirin ku li gel Erebistana Siudî neft û gazê bişînin Ewropayê.
Ji ber Iraq cihê xwe di nava lihevkirina OPEC Plus a ku 23 welatên berhemanîna neftê di nav de hene digre, bi wateyek din dibe ku Iraq nexwaze bi wê rêyê dijbertiya Rusyayê bike. Ji berku rewşa navxwe ya Iraqê ne arame û dibe nikaribe xwe li ber destwerdanên Rusyayê ên navxwe bigre.
ROJANE HEJMARA HEFTA LI IRAQÊ
Niha Iraq di rewşa xwe ya herî baş de dikare rojane 200 ta 300 hezar bermîl neft bixwe bazara cihanê. Lê dema wek cihgirê Rusyayê neft ji bo Ewropayê bişîne, pêwîste rojane 3 ta 4 milyon bermîl neft hilberîne.
Îran yek ji welatên dine ku dikare cihê Rusyayê bigre, lê ji ber ku peywendiyek dîrokî û demdirêj di navbera wê û Rusyayê de heye, dibe ku Îran nexwaze xwe bike dijminê Rusyayê û peywendiyên xwe li gel de xira bike. Lê berjewendî di ser hertiştî re tê girtina dest, ji ber wê egera wê yekê jî heye ku ji bo siberoja xwe li gel Ewropayê lihev bike.
Li aliyê din jî navê Herêma Kurdistanê jî ketiye nava wan cihgirên Rusyayê û ketiye rojeva giftûgoyên navbera Amerîka û Ewropa her wiha korbenda Davosê. Bi taybetî di warê yedega gazê de Herêma Kurdistan yek ji wan cihên herî dewlemende. Lê divê mijarê de Herêma Kurdistan rûbirûyê çend pirsgirêkek hatiye.
REWŞA GAZÊ LI HERÊMA KURDISTANÊ
Her çiqas behsa Herêma Kurdistan tê kirin ku di warê gazê de cihê Rusyayê bigre, lê dibe astengiyek mezin hebe ku berpirsên Herêma Kurdistanê bixwe bûne sedema wê yekê. Ew jî lihevkirina li gel kompanya Ruzneft a Rusî ye ku bi rêjeya ji sedî 40’ê nefta Herêma Kurdistanê di jêr destê wê kompanyê de ye. Ji bona wê wisan nehêsane ku Herêm bikare di ser wê kompanyê re baz bide.
Yek ji sedemên din ku wisan dike Ewropa çavê wê li neft û gaza Herêma Kurdistanê be, razîbûna Tirkiyeyê ye. Ji berku Tirkiye bi rêya kompanya Genel Enerjî neft û gaza Herêma Kurdistanê hildiberîne, mirov dikare bêje ku Tirkiye bi temamî neft û gaza Herêmê birêve dibe.
TIRKIYE Û NEFTA HERÊMA KURDISTANÊ
Herêma Kurdistan bi nirxek gelek erzan neft û gaza xwe radestî Tirkiyeyê kiriye. Her wiha neft û gaza Herêma Kurdistanê bi rêya Tirkiyeyê digihe hemû Ewropayê.
Dibe ku Ewropa ji bo bidestxistina neft û gaza Herêmê li gel Tirkiyeyê de pirsgirêkê çareser bike. Yanî bi çend rêyek xêra cihgirtina neft û gaza Rusyayê bi rêjeyek zêde ji bo Tirkiyeyê dimîne.
Lê dibe ku li ser mijara neft û gaza Herêma Kurdistanê pirsgirêkên navbera Iraq û Tirkiyeyê bigihin asta herî bilind. Ji berku Iraq li aliyek bi rêya dadgeha federal firotina neft û gaza Herêmê bi neyasayî pênase dike, li aliyê din jî Iraq li dadgeha Parîsê li ser Tirkiyeyê gilî tomarkiriye. Ji bona wê eger dadgeha Parîsê biryarek bi dadperwerane bide wê di berjewendiya Iraqê de be û di ziyana Tirkiye û Herêma Kurdistanê de be.
---
Têbiniya Diyarnameyê: Ev nivîs di ajansa Rojnewsê de hatiye belavkirin. Ji ber girîngiya meseleyê bêyî em dest bidinê me belav kir. Me tenê navbernav lê zêde kirine.
Foto temsîlî ye, ji malperên CNN Internationalê hatiye girtin[1]