Amadekirin: Aras Hiso
$MIN JI VIR DERXE, EZ Ê BIBIM XIZMETKARA TE$
Bûyera bi êş ku ne li tu kesan be, bûyera xemgîn ku hemû mirovahî li bin guhê hev xist. Bûyera dîrokî ya di 02.06.2023'an mîna lekeyeke reş û bi êş li eniya mirovahiyê hate leziqandin. Ne yek, ne du û ne jî sê, û ne jî bi sedan. Bi deh hezaran mirov ji jin, zarok, kal û extiyaran bûne qurbanî.
Gava ku deqeyên saetê li 4.17 rawestiyan, erd hejiya wekî ku dawiya dunyayê be, wekî ku dunya bûbe gilogek ji agir û sermayê, hema hema her kesî şehadeta xwe hilanî, hineka digotin ev ezmûneke ji mirovahiyê re û hinekan ji xwedê tobedar bin.
Bi deh hezaran mirin, bi sed hezaran birîndar bûn û bi milyonan jî bûne berketiyên qurbaniyan. Xezeb bû xezeb... Ya ku bêhtir dilê mirovan dişewitand, ew zarokên reben yên ku hîna dunya nedîtibûn bê bi çi rengî ye, gelo sûcê wan çi bû? Tenê ev pirs mirovahiyê bi xwe re diheyîrîne.
Li Sûriyayê û Rojavayê Kurdistanê ji salên 2011'an û vir ve zarokên vî welatî tu xêr û roj nedîtine; ji şer, tunebûn, koçberî, derbiderî, birçîbûn û îro jî erdhej. Û bi bi ser de haya bayê felek bi vê rewşê de tune ne ye, heta bi rewşa erdhejî be jî
Li devereke ku erdhej êl lê çêbûyî zarokeke 5-6 salî di bin kavilan de bi serê birayê xwe yê ji xwe biçûktir girtiye, û yên hawarê derdora wan paqij dikirin da ku wan rizgar bikin. Piştî 24 saeta ji erdhejî hate rizgar kirin. Rojnemevanekî ji wê keça bi navê Ala dipirsî: Tu çi dikî em ê niha te derxin. Wê zarokê lê vedigerand: Min ji vir derxe ez ê bibim xizmetkara te.
Zarokên me yên ku hîna rûyê dunyayê nedîtine ka bê çi reng? Hêviya wan dibe çi, na xeyalên wan dibe. Ma êdî hêvî û xeyala me di xizmekariyê de ye?
Li vî welatî reben, bi hezaran çîrokên negotî hene û ne film, ne roman û ne jî tiştek têrê dikin.
[1]