$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Sarîna Amed
Nav û paşnav: Cahîde Çetîn
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê dê û bav: Mekiye - Bulent
Dîrok û cihê şehadetê: 19’ê Nîsana 2022’an / Metîna
$Kurtejiyana şehîd:$
Heval Sarîna li navçeya Çinarê ya Amedê ji dayik bûye. Helwesta polîtîk a bajarê Amedê li ser hevala me Sarîna bandorek çêkiriye û vê bandorê nakokiyên wê yên di nav pergalê de derxistiye holê. Her çi qas ew li Amedê mezin bûye jî ji ber polîtîkayên mêtingeriyê yên dewleta Tirk wê dîtiye ku ew nikare bi zimanê xwe yê zikmakî biaxive û ketiye nav lêgerînekê. Di encama van lêgerînan de di sala 2014’an de wê berê xwe daye çiyayên asê yên Kurdistanê û tevlî nav refên gerîlayan bûye. Bi perwerdehiyên li vir wê nasnemaya xwe ya Kurdbûnê derbasî asteke pêştir kiriye. Wê bi îdeolojî û paradîgmaya Rêber Apo hewl daye texrîbatên ku dijmin li ser wê kiriye, ji ser xwe biavêje. Di jiyana xwe ya têkoşînê de di nav hevalên xwe de wekî milîtaneke jîr, jêhatî û bi moral hatiye naskirin. Li ser esasê Rêber Apo ya ‘Kesên şer dikin azad dibin, kesên azad dibin bedew dibin, kesên bedew dibin tên hezkirin’ wê li hemberî hemû qirêjiyên pergalê şer kir.[1]