$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Çiya Serêkaniyê
Nav û paşnav: Alî Hacî
Cihê jidayikbûnê: Serêkaniyê
Navê dê û bav: Lîma - Halît
Dîrok û cihê şehadetê: 19’ê Nîsana 2022’an / Metîna
$Kurtejiyana şehîd:$
Rêhevalê me Çiya li Serêkaniyê ku bi mîrateya xwe ya çandî di dîroka Kurdistanê de xwedî cihekî girîng e, di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Rêhevalê me Çiya ku di nava şert û mercên Şoreşa Azadiyê ya Rojava de derbasî ciwaniya xwe bû, di bin bandora Şoreşa Azadiyê ya Rojava de pir ma. Rêhevalê me Çiya ku bi salan di bin zilm û zordariya giran de jiya, hewirdora azad ku di encama felsefeya Rêber Apo de derketiye holê wekî deyndar xwe dît û hewl da ku bibe layiqî şehîdên xwe. Rêhevalê me Çiya di ferqa têkoşîna xwe de bû. Ji bo vê jî di sala 2016’an de tevlî nava refên gerîla bû. Di wê baweriyê de bû ku azadiya rasteqîn a Kurdistanê tenê bi têkbirina hemû dagirkeran, bi taybetî jî dewleta Tirk a dagirker pêkan e û di wê baweriyê de bû ku ev yek bi şoreşa pîşeyî pêk tê. Ji ber vê sedemê ji kêliya yekem a tevlî nava refên gerîla bû hem ji aliyê bîrdozî û hem jî di aliyê leşkerî de hewl da xwe pêş bixe û bû xwedî kedeke mezin. Çiyayên Kurdistanê tenê cihên azadiyê dihesiband û bawer dikir ku tenê li van çiyayan mirov dikare xwe bibîne û azad bibe. Rêhevalê me Çiya ku difikire ku divê hemû ciwan tevlî nava refên gerîla bibin û li dijî dewleta Tirk a dagirker şer bikin, her tim pêşniyara çûyîna herêmên ku şer lê dijwar e, kiriye. Xweperwerdekirina li ser rêgezên Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk weke erka xwe ya yekem dîtiye û ji bo bibe gerîlayekî profesyonel hewldaneke girîng daye. Em soz didin ku bê guman em ê têkoşîna xwe ya azadiyê ya rêheval Çiya ku bi kesayeta xwe ya kedkar, xwerû û sade hurmeta hemû rêhevalên xwe bi dest xistiye bi serkeftî bi dawî bikin.[1]