$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Denîz Reş
Nav û Paşnav: Naîla Mezeh
Cihê Jidayikbûnê: Kobanê
Navê Dayikê-Bav: Xeznê – Îbrahîm
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Zap/ Nîsana 2022’an
$Kurtejiyana şehîd:$
Heval Denîz li gundê Boxaz a Kobanê ji dayik bûye. Malbata wê ya welatparêz ji nêz ve Rêber Apo nas kiriye û li qada Rêbertî maye. Malbata heval Denîz di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de berpirsyariyeke çalak stendiye û xwedî li peywirên xwe derketiye. Malbatê heval Denîz jî bi çanda welatparêziyê mezin kiriye. Heval Deniz jî pîvanên jiyana azad ên PKK’ê û têkoşîna wê ya ji bo Kurdistanê di zaroktî de dîtiye û bi van hestan mezin bûye. Di sala 2014’an de dema ku dewleta Tirk û çeteyên DAÎŞ’ê êrişî Kobanê kirine, wê jî wekî gelek welatparêzên xwedîrûmet ên Kobanê ji bo parastina xwe axa şer kiriye û li ber xwe daye. Yek ji kesê ku ji bo Kobanê şer kiriye û bi qehremanî şehîd bûye Ahmet Reş e yê ku xalê heval Denîz e. Heval Denîz ji şehadeta xalê xwe û têkoşîna Apoyiyan a li Kobanê bandor stendiye û di sala 2017’an de tevlî nav refên gerîlayên azadiya Kurdistanê bûne. Piştî tevlêbûnê wê PKK ji nêz ve nas kiriye, bi perwerdehiyên ku stendiye wê xwe bi pêş ve biriye. Heval Denîz di heman demê de li akademiya leşkerî de jî perwerd bûye û di taktîka sûîkastê de bûye profesyonel û di sala 2022’an de çûye qada Zapê. Heval Denîz her dem meşa li ser xeta fedaîbûnê ji xwe re kiriye esas. Li ser vî bingehî li Zapê peywirên girîng stendiye û wekî milîtaneke YJA Starê hewl daye taktîka serdema nû têxe meriyetê. Li qada Çiyareş di êrişa nemerdane ya dewleta Tirk de bi çekên kîmyewî tevî 7 rêhevalên xwe şehîd bû. [1]