Diyarname
Erdhejê gelek avahî hilweşandin, bi hezaran kes mirin. Ligel van erdhejê bandor li gelek avahiyên dîrokî yên kurdan jî kirin. Me ew dan hev.
- Keleha Entabê hilweşiya
Yek ji cihên bandora erdhejê zêde bû jî Entab e. Erdhejê keleha Entabê jî xira kir.
Keleha Entabê li navenda Şahînbeyê ye. Bi erdhejê re bircên aliyê rojhilat, başûr û başûrê rojhilatê yên kelehê xira bûn. Hesinên ji bo parastina kelehê yên derdorê jî xira bûn. Li hin bircan jî derz çêbûn.
- Camiya Şîrwanî zirar dît
Camiya Şîrvani ku di sedsala 17'an de hatibû çêkirin jî beşek jê xira bû. Qubeya camî û dîwarê wê yê aliyê rojhilat xira bû. Camiya Şîrwan li aliyê başûrêrojavayê Keleha Entabê ye.
- Sûrên Amedê jî zirar dîtin
Sûrên Amedê ku di nav Lîsteya Mîrateya Çandî ya Dinyayê ya UNESCO'yê de ne ji erdhejê zirar dîtin. Hat dîtin ku li birca ku dikeve navbera Deriyê Çiyê û Çîftkapiyê derz çêbûye.
- Keleha Necim jî zirar dît
Di erdhejê de Keleha Necim jî zirar dît. Keleha Necim li qeraxa Çemê Firatê ye û 30 km dûrî bajarê Minbicê ye. Hat ragihandin ku beşek deriyê rojhilat ê kelehê hilweşiya ye.
Dêra Kalûtê zirar dît
Dêra Kalutê ya li Şêrawa ya Efrînê ye ji sser erdhejê hilweşiya. Dêr li gundê Kalûtê ye. Rayedarên Midûriyeta Şûnwaran a Herêma Efrînê hilweşandina dêrê ragihand.[1]