Jiyar Cihanferd
Neteweya kurd di serdema modern de yek ji wan neteweyan e ku di nava dubendî û pirsgirêkên nû de ye, ji ber vê rizgarbûn ji bo wan ne karekî hêsan e; têkoşîneke mezin dixwaze. Bê guman kurd jî li gorî vê rastiyê
têkoşîneke mezin dimeşînin.
Neteweya kurd bi sed salan li welatê xwe berhemên cur bi cur ên wêje û rewşenbîriyê saz kirine. Di sedsala 20’an de girîngiya zimanî-ê ku di pêvajoyeke bi hezaran salan de di pêvajoya pêşketina xwe ya xwezayî de derbas bûye; ji aliyê zanistî, çandî û dîrokî ve derketiye holê û pîvanên kevn ên ku zimanî tenê navgîn û amûreke ragihandinê dihesibînin bêbandor bûne. Bi zanîna girîngiya civakî û rehnasiya zimên diyar dibe ku dewletên dagirker û desthilatdarên navendî bo çi êrişên dijwar tînin ser zimanê kurdî û bi awayekî birêkûpêk ji bo tunekirina wî hewl didin.
Di destpêka modernîteyê de ger riyên hînbûn û geşepêdana zimanî di navbera civakên çandî û nîjadî de weke hev neyên parvekirin ev yek dê bibe sedema tekebir û pozbilindiya neteweya serdest û dagirker, di encamê de xwebaweriya di neteweya bindest de lawaz dibe.
Di sedsala 20’an de modernîte gihîştiye Rojhilata Navîn lê pergalên desthilatdariya neteweyên serwer li ser heman vegotinên devkî yên sedsalên berê û bi şêwazên totalîter û navendparêz hatine avakirin.
Hêza navendperest a dagirker û desthilatdar a li Îranê ev rewşa berê hê zêdetir xurt kir û saziyên cuda yên desthilatdariyê yên wek çapemenî, pergala perwerdehiyê, artêş û hwd xist bin destê xwe û farisî kir zimanekî giştî yê serwer. Ji ber vê rewşa nedadperwer û duçavekiyê, pêşbirka jiyanê di navbera wêjeya kurdî û wêjeya farisî ya hevdem de -ku ji rojname, perwerdehî û weşanê tê piştgirîkirin- dest pê kir.
Ligel destpêka sedsala 20’an ev pêşbirk ji bo zimanê farisî -ku zimanê hikûmetê ye- berdewam e û ev yek bûye sedema paşveçûn û bi perawêzketina wêjeya kurdî ya li rojhilatê Kurdistanê. Bandora wêranker a vê valahiya hêzê ji her derê zêdetir li bajarên mezin ên Kirmaşanê tê dîtin.
Li gel modernîteya li Îranê ya hevdem, pêvajoya bişaftinê dest pê dike û dîsa bandora wêranker a vê plansazî û pêkanîna birêkûpêk li bajarên mezin ji bajarên biçûk û gundên ku dûrî êrîşên rasterast ên vê pola çandî zêdetir xwe nîşan didin. Modernîte ji bo pêşdebirina siyaseta hevbendiya çandî ya hikumetê dibe amraz, mayîna ziman û wêjeya neteweyên bindest her ku diçe zêdetir dikeve nava xetereyê…
Di vê serdemê de neteweya kurd bi dîroka wêjeya klasîk a bi sedsalan ku bi şêwaza goranî hatiye nivîsandin di nav valahiyeke dîrokî de çend dehsalan hatiye paşguhkirin. Heya çend dehsalan, tevgera wêjeyî bêdeng maye û tevgereke wêjeyî nehatiye sazkirin. Lêbelê divê bê zanîn ku di heman demê de, di navbera wêjeya klasîk a goranî û heya helbestên îroyîn a helbestkarên din têkilî hebûne ku helbest nivîsandine. Û îro karê wan bingeha helbestên dawi yên kurdî tê hesibandin û di çarçoveya zimanekî nû de bal kişandine ser mijar û kêşeyên civakî yên Kirmaşanê.
Pertew Kirmaşanî weke helbestkarekî herî dawî, di navbera salên 1980 û 1990’an de derket qada wêjeyê û bi naverokeke nû şêwazeke din di wêjeya kurdî de saz kir. Pertew tevî ku bi zimanê kurdî kêm helbest nivîsandine jî ew helbest bûne nasnameya helbesta Kirmaşanê. Di berdewamiya pêkanînên pişaftinê de, di pergala Pehlewî û Komara Îslamî ya Îranê -ku beşek ji siyaseta rizandina çandî jî di bin bandora wê de mabû- piştî Pertew helbesta kurdî ji nû ve vedijîne û helbestên Pertew ên kurdî ji dewrpêç û bêdengiyê derdikevin.
Heke em behskirina helbesta Pertew li gorî dema tê de binirxînin bê guman em ê bibînin ku ew îro di nav kurdên rojhilatê Kurdistanê de bûye yek ji navdartirîn helbestkar ku divê sedema wê di çend xalên bingehîn de bê ravekirin:
Sedema yekem ew e ku tevî hindikbûna helbestên Pertew ên kurdî, çawaniya wan helbestan ji hejmara wan girîngtir e. Sedema duyem ew e ku, ji ber ruhê wî yê berxwedêr û azadîxwaz û ji ber sekna wî ya li dijî dagirkeriyê helbestên wî neketine xefika hunera pergala desthilatdar û xweserbûna xwe parastine. Sedema sêyem ew e ku nivîsandina bi zimanê kurdî wê demê li Kirmaşanê ne tenê tabû bû, pêkanîna wê jî qedexe bû. Sedema çarem jî ew bû ku li gel helbestên wî li vê devera Kurdistanê dûrketina ji atmosfera helbesta folklorî û afirandina ezmûnên nû pêk hat.
Di heman demê de, piştî Pertew Kirmaşanî, helbestkarên din li her du parêzgehên Kirmaşan û Îlamê derdikevin qadan û tevgereke wêjeyî dest pê dike. Domandin û lêgerîna vê tevgera wêjeyê di nava kom û civakên li Kirmanşan û Ilamê li ser şikandina tabûbûna zimanê kurdî bandor dike. Di vê demê de, di zimanê kurdî nav gel de, kurdî vediguheze zimanekî binirx û bi zimanê kurdî gelek ezmûnên wêjeyî yên cuda tên afirandin.
Îro rewenda helbesta kurdî ya Kirmaşanê bi hêztir bûye û bi dehan helbestkarên nûjen û bi taybetî di warê kurdiya Kirmaşanê de jî (bi kelhûrî) gelek helbestkar derketine û bi rengekî domdar berhemên wan têne çapkirin. Helbet gelek nivîskar jî bi tecrubeyên cuda û afirandina her cureyên wêjeyî ve mijûl in. Ev jî di qada wêjeya kurdî de bûye sedema şikandin û kêmkirina bişaftinê.
Helbesteke Pertew Kirmaşanî bi
kurdiya kelhûrî:
Kem büş biçim dêr e,
ley şurr şurri warane
Yey şew bimîne laman,
mer êre bêawan e
Aman we tu hawirdim,
dî ball û perr im neşkin
Çü kewtiri zexmîg im, hame
lêw ey ban e
Imrêg e çewerrêt im, pamalli
ciwanîtim
Bîla ki demê terr kem,
lew çik çiki zilfane
Kem büş biçim dêr e,
er mirdime çü hîlim
Axi şewiyeget xîs e, ley wexti
zimisan e…[1]