#Mazhar Kara#:
Belê, ez ji Muşê me. Li gor qeyda fermî, di roja yekê Çileyê Paşîn, sala 1963’yan, li Tatosê (Tekman, Navçeya Erzurumê ye.) ji dayîk bûme. Lê bi rastî, di roja bist û pêncê Çîlê Paşîn, li Melemistefayê hatime dinê. Her çiqas roj û meha ji dayîkbûna min rastbe jî, sala ji dayîkbûnîyîna min di şikê de ye. Li gundê Melemistefayê hatime dinê û Melemistefa gundê bav û kalê min e. Kilama “Melemistefayê” li ser vî gundê çêbûye. Melemistefa gundeke Kopê (Bulanık) ye. Kop, navçeyeke bajarê Mûşê ye. Çawa ku tê zanînê, vê deverê di şerê dine/cîhanê ê yekem de û di serhildan, raperînên azadîya gelê Kurd de roleke sereke leyistîye. Kalanên me di wan şeran de cîh girtine, şer kirine, mirine, koçber bûne, têkçûne… Ji malabateke mezin her kalê minê Ebdulmecid sax filitîye û vegerîyaye Melemistefayê.
Ez Kurê Mele Huseynê Ebdulmecît û Litifya Elî me. Ango, berhemeke bermayîyeke şerên dijwar bermayiyê rojên xelayê, koçberî û koçerîyê me.
Belê li Mele Mistefayê hatime dinê. Lê belê, li Erzurumê mezin bûme, gihîştime. Malbat, di demê zarokatîya min de, ji ber karê bavê min, çûye Tatosa Erzûrumê. Çîroka çûyîna me ya Erzurumê balkêş e. Dixwazim bi kurtî qal bikim. Ku qala wê rêwîtîya xwe ya ewil nekim, binasîndayîna me wê kêm bimîne. Lewra, çavkanîya nivîskarîya min ew e.
Bavê min di rojên feqîtîyê de li seranserê Kurdistanê gerîyaye û di gelek medreseyên bi nav û deng, bi kok û binyat de xwendîye. Yek ji wan medreseyan jî Medreseya Qolhîsarê ye. Qolhîsar gundê Şêx Seîdê Kal e û gundeke Kela Xinûsê (Hınıs) ye. Bavê min di wê medresê de feqîyê Şêx Elîrizayê kurê Şêx Seîd bûye.
Bavê min di dû demên dirêj ên feqîtîyê re li gundê Hemzeşêxa Kopê dest bi Meletîyê dike. Ew, li wir li ser kar û barê xwe ye. Lê felek bê ku haya wî jê hebe, di derheq wî de rê û rêçên nû amade dike.
Kêra Ko - Mazhar Kara- pirtukakurdiHê pir piçûk bûm. Weka xewneke tê bîra min. Bi rêya hevaleke bavê min, ji mamostê wî de jêre nameyek hatibû. Bavê min gelek kelecan bû. Roja dinê, serê sibê zû, berîya derketina rojê li Mihîna Reş siwarbû û da ser rêya Kela Xinûsê. Qesta wî Qolhîsar bû. Bavê min agirê firqetê di gewrîya me de dada û çû. Bi qasê mehekî şûn de vegerîya. Em bi hatina wî pir şa bûn. Ew jî ewqas bi kelecan bû. Wî kelecanîya wî rahîşt dilê me jî.
Gava mala me barkir demsal payîz bû. Di dû çar rojê rêwîtîyeke dirêj re mala me li Çawirma Xelîl Axa danî. Çawirme gundeke Tatosê ye.
Li gor agahdarîyên ku bavê min da me, koça me ya serê payîzê bi daxwaza Şêx Elîriza çêbibû. Li gor agahdarîyên bavê min da, Hesen Axa Diçe Qolhesarê cem Şêx. Dibêje; “li gund medresa me heye û em dixwazin feqîyan xwedî bikin. Pêwîstîya me her bi seydakî jêhatî heye. Daxwaza me ji we ev e.”
Wê gavê Feqîyê Şêx Elîriza, Melehuseynê Ebdulmecît tê bîrê. Û ev bibîranîn dibe sedemê warguherandina me.
Min salek piştî wê rêwîtîyê re, li Çawirma Xelîl Axa dest bi dibistana serate kir. Di dû xwendineke dibistana serate re, em ji mal, ji dê û bavê xwe dûr li Tatosê dest bi xwendina dibistana navîn kir. Dibistina navîn li Tatosê, xwendina lîsê destpê kir û li Erzeromê kuta bû.
Dibistana bilind li Dîyarbekirê û xwendina Mastirê li İstenbolê kutabû. Niha mamoste me. Hê jî li İstenbolê dijîm. Zewicîme û bavê keçek im.[1]