$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Sîdar Zîlan
Nav û paşnav: Xelîl Zezrob
Ciyê jidayikbûnê: Efrîn
Navê dê û bav: Fatma – Ezîz
Dîrok û cihê şehadetê: Sibata 2022’an/Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Heval Sîdar ê ji eslê xwe ji Efrînê li Helebê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Ji ber ku li Helebê mezin bûye ji zaroktiyê ve hevalê me Sîdar tengijiye û ji ber ku nekariye bi zimanê xwe yê zikmakî bi Kurdî biaxive û pê perwerde bibe, rastiya dijmin nas kiriye. Ligel ku rejîma Baas zext dikir jî wî hewl daye çanda xwe bide jiyîn û bi zimanê xwe yê zikmakî xwe îfade bike. Ji ber ku malbata wî welatparêz bûye wî partiya me PKK bihîstiye. Di serê destpêkikirina Şoreşa Azadiyê ya Rojava de ew tevlî nav rêxistinên ciwanan bûye, roj bi roj partiya me û Rêber Apo nêztir nas kiriye. Bi naskirina Rêbertî û partiya me bêtir girêdana xwe xurt kiriye û di sala 2012’an de tevlî nav têkoşînê bûye. Demekê li Rojava maye û ji bo parastina destkeftiyên gelê me tevlêbûneke fedaî nîşan daye û sê caran birîndar bûye. Heval Sîdar di vê pêvajoyê de rêhevaltiya di nav PKK’ê de û jiyana bi exlaq û pîvan a partiya me baş fêm kiriye. Piştî ku demekê li Rojava maye, berê xwe daye çiyayên Kurdistanê û tevlî nav rêxistina Hêzên Taybet bûye û xwe li ser xeta fedaiyan perwerde kiriye. Heval Sîdar bi helwesta xwe ya di perwerdehiyê û jiyanê de bûye yek ji fermandarê Hêzên Taybet û bi gelek xebatên krîtîk baweriya ku rêxistina me daye wî, bi serkeftî bi cih aniye. Heval Sîdar bi hezkirin û hurmeta li hemberî hevalên xwe û tevî jiyana rêhevaltiya di nav PKK’ê jiyan ji xwe re kiriye esas. Heval Sîdar bûye yek ji milîtanê pêşeng ê felsefeya Apoyî û wê ji bo me her de bibe sedema kûrbûna di milîtanî û fedaitiyê de.[1]