“Baweriya Kurdên yarsan an kakeyî ku bi piranî li rojhilat û başûrê Kurdistanê niştecih in, ji ber siruşta xwe ya girtî/veşartî kêm tê nasîn. Edebiyata dînî ya Kurdên Yarsan beşeke zengîn a edebiyata Kurdî ye. Ji ber vê jî lêkolîn û analîza metnên Yarsanî bêguman xebateke girîng û lazim e ji bo eşkerekirina aliyekî kêm-nasnav ê çand, bawerî û bi giştî tarîxa Kurdan.
Di heman demê de, lêkolînên li ser van metnan ku ji aliyê Goranan û bi zaraveya Goranî hatine nivîsandin, dikare ji bo zelalkirina koka nijad û zimanê Goranan û kurdbûn an ne-kurdbûna wan jî sûdmend be. Zîra, beriya her tiştî xebateke wisa dikare nêrîna Yarsanên Goran ya li ser nijad û zimanê xwe û wateya peyvên “Kurd” û “Goran” yên di binhişê wan de eşkere bike.
Armanca sereke ya vê xebatê vekolandina wateya peyvên “Kurd” û “Goran” ya di metnên Yarsan de û analîza şêwaza bikaranîna wan e.”
“Metnên Yarsanî dikarin wekî çavkaniyeke girîng ji bo behsa li ser nijad û zimanê Goranan bên hesibandin. Kûrbûn û analîza li ser wateya peyva “Kurd“ û “Goran“ di metnên Yarsanan û tehlîla şêwaza bikaranîna van her du peyvan dikare ji çend aliyên cuda ve bê nirxandin. Berî her tiştî, di kelamên Yarsan de, peyva “Kurd” ji bo diyarkirina etnîkî û nijadî tê bikaranîn. Di heman demê de metnên Yarsan ji bo diyarkirina welat û axa ku Kurd tê de niştecih in û tê de dijîn, peyva “Kurdistan“ bi kar tînin.
Dîsa em dibînin ku peyva “Goran“ di metnên Yarsanî de hatiye bikaranîn. Şêwaza bikaranîn û watenasiya vê peyvê jî bi awayekî eşkere nişan dide ku peyva “Goran“ di metnên Yarsanî de bi du wateyên cuda hatiye bikaranîn. Yekem wateya peyva “Goran“ di metnên Yarsan de, behsa baweriyekê ye. Her wekî di hin metnên Îslamî de bi heman wateyê derbas bûye. Wateya duyem jî zaraveyek e.
Yanî dikare bê gotin ku di metnên Yarsanan de peyva “Goran“ ne bi wateya nijad an zimanekî serbixwe, belku wekî baweriyek û zaravekê derbas bûye. Ev jî nişan dide ku çawa ku Kurdan, hertim Goran û Hewram wekî xelkê Kurd dîtin û hesibandine, bi heman awayî Yarsanên Goran jî xwe wekî Kurd, zimanê xwe jî wekî Kurdî dîtine û xwe wisa hîs û pênase kirine”
Shahab VALİ
* Nûbihar Akademî, Year 2022, Volume 5, Issue 18, pp. 229-245
[1]