$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Xebat Çekdar
Nav paşnav: Abdûrrahman Sîler
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Gulê-Ahmet
Dem û cihê şehadetê: 23'ê Tebaxa 2019 / Mêrdîn
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Xebat li Wanê li nava malbateke welatparêz û dilsozê nirxên Kurdîtiyê ji dayik bû. Ji ber van taybetmendiyên malbatê bi heman hişmendiyê mezin bû û di her şert û mercî de cewhera xwe parast. Hîn di temenê biçûkanî de bala wî çû ser bûyer û pêşketinan û bi pêşketinên partiya me yên salên 1990'î hesiya, bêhtir ji gerîla hez kir. Hevrêyê me Xebat heta dema ciwantiyê ji bo tevkariyê li aboriya malbatê bike çû metropolan û li van deveran rastiya dijmin bêhtir fêhm kir. Bi taybetî bi polîtîkayên zirav ên dijmin hesiya ku ji bo qirkirina gelê me dimeşîne, lewma jî ji bo têkoşînê kete nava lêgerînan. Xwest ku di encama van lêgerînan de tevlî nava gerîla bibe ku daxwaza wî ya zarokatî bû û ji bo vê gavên pêwîst avêt. Hevrêyê me Xebat ku ji bo azadiya gelê me cudahî nexist navbera ti wezîfeyê, demekê li nava karên qada civakî ma. Bi serketinên di karê xwe de timî li pêş bû û bû milîtanekî mînak. Dîlgirtina Rêberê me û têkoşîna bêteredût a şehîdên leheng a ji bo azadiya gelê me û dayikan her cûre berdêlan, bandoreke mezin li hevrêyê me Xebat kir. Pêkanîna armancên şehîdan û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê me ji bo xwe weke deynekî dît, ji bo bicihanîna van wezîfeyan gelekî hewl da. Piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, jiyana komunal a gerîla û têkiliyên ehvrêtiyê bala wî kişand û kete bin bandora van herdu taybetmendiyan ku havêna partiya me PKK'ê ne. Hevrêyê me Xebat piştî ku tevlî nava gerîla bû timî li ser qada leşkerî kûr bû, di têgihiştina taktîkên şer de û bicihanîna wan de zehmetî nekişand. Bi taybetî piştî ku çeteyên DAÎŞ'ê êrişî Şengalê kirin, tevlî komên destpêkê yên gerîla bû ku bi hawara gelê me yê Êzidî ve çûn û wezîfeya xwe ya şoreşgerî bi cih anî. Piştre careke din berê xwe da çiyayên Kurdistanê û bi dersên ji Berxwedana Xwerêveberiyê derxistî, xwest li Bakurê Kurdistanê têkoşîneke hîn bi bandor bimeşîne. Bi taybetî xwest tola Çiyageran, Zeryanan, Mehmet Tûnçan, Sêvê û Pakîzeyan hilîne ku di Berxwedana Xwerêveberiyê de fedakariyên mezin kirin û serî li ber dijmin netewandin. Bi kûrbûneke bi vî rengî çû Bakurê kurdistanê û bi fedekariyeke mezin tevlî kar bû. Di gelek çalakiyan de yên li dijî dijmin bi berpirsyariyên girîng rabû, mafê dema azadiyê ya heyî bi rengê herî baş da. Bi dilgermî, jidilbûn û dilsoziya bi hevrêtiyê re hevrêyê me Xebat ji bo me bû milîtanekî bi mînak. Di têkoşîna xwe de em ê timî xwedî li hevrêyê xwe Xebat derkevin.[1]