$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Jînda Ronahî
Nav paşnav: Hevîn Hesen
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Dayik-Bav: Emîne-Abdo
Dem û cihê şehadetê: Avaşîn 2021-23-09
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêya me Jînda li bîrdariya berxwedanê ya Rojava, li Efrînê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber kevneşopiya welatparêziyê ya malbata xwe hevrêya me Jînda jî hîn ji zarokatiyê ve partiya me PKK bihîst û bi destanên lehengiyê yên gerîla mezin bû. Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re li qada Efrînê yekîneyên destpêkê yên gerîla dît û bi bandora sekna wan hevalan a di nava jiyanê de, bi bandora çand û exlaqa Apoyî tevlî nava Şoreşa Rojava bû. Di demekê de ku şer giran bû, bi biryardarî û kelecaneke mezin tevlî şer bû, rê neda ku dijmin welatê me dagir bike û destketiyên gelê me tune bike. Demeke dirêj li qada Rojava di karên cuda de xebitî û sala 2017'an ji bo gerîlatiyê bike berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêya me Jînda piştî ku tevlî nava refên gerîla bû di demeke kurt de hînî jiyana li çiyê bû, bi perwerdeyên wergirtî jî hem ji aliyê leşkerî hem jî ji aliyê îdeolojîk ve xwe bi pêş ve bir û bû milîtaneke jin a mînak. Hevrêya me Jînda tevlîbûneke ji rêzê li xwe neanî û her tim hewl da xwe bi pêş bixîne û tevkariyê li pêşketina hevrêyên xwe bike. Bi kesayetiya xwe ya sade, ji dil û kedkar li her kêliya jiyanê bi erka pêşengiyê rabû. Wezîfeya fermandariyê ku karekî zehmet e û di heman demê de berpirsyariyeke giran e hilda ser milê xwe û di şerê dijî dagirkeriyê de li refên herî pêş cih girt. Her wiha di çarçoveya jinûve avabûnê de jî perwerdeya pisporiyê wergirt û weke geîlayeke YJA Starê ya profesyonel li ser taktîkên gerîla yên serdema nû serwer bû. Hevrêya me Jînda ku pratîka xwe ya gerîlatiyê hemû li qada Avaşînê kir, temamiya qada Avaşînê nas kir. Di pêvajoya şer de ev yek ji xwe re kir avantajek û li gelek qadên şerê giran tevlî komên destwerdana li dijmin bû. Herî dawî li tunelên şer ên Werxelê amade bû ku dijmin 3 mehan bênavber êriş bir ser lê nekarî encamê bi dest bixe. Li wê derê tevî berxwedana efsanewî ya hevrêyên xwe yên li tunelan bû. Weke gerîlayeke YJA Starê pêşengî kir û derbên giran li dijmin xist. Artêşa Tirk a qirker ku li pêşberî vê berxwedana dîrokî ya bi pêşengiya gerîlayên YJA Starê têk çû, gazên kîmyewî bi kar anî. Hevrêya me Jînda jî di encama êrişa bi gazên kîmyewî de şehîd bû. Kenê wê yê ji dil wê timî ji bo hevrêyên xwe bibe çavkaniya hêz û moralê.[1]