Bêrîvan Karatorak
Zivistanan di şevên sar de hin taybetiyên Kurdistanê xeyalên mirov dixemilînin, hin ji wan jî dihêlin bi aramiyekê mirov di xew re here. Rengekî ku hem ji xwezayê tê hem jî li dijî şert û mercên zehmet ên xwezayê alîkariya kurdistaniyan dike betaniyên Sêrtê ne ku ji hiriya bizinên hîtî tê çêkirin.
Kurdistan welatekî ku hemû parçeyên aramiyê dihewîne lê tim di hesreta aramî û aştiyê de ye. Çiya, deşt û zozanên wê hembêza xwe ji gel re vedikin û dibin stara dilê welatiyan. Xwezaya Kurdistanê herî zêde jî bûye stargeha jinan. Ji ber wê yekê ye ku hertim girêdaneke jinan bi xwezayê re heye. Ji ber wê yekê ye ku jin û xweza hêza xwe dikin yek û hilberînan dikin.
Vê rêhevaltiya xweza û jinan di nav jiyana rojane de jî daye der. Jin ji xwezayê sûd wergirtine û gelek alav afirandine. Carinan ji heriyê tenûr çêkirine, carinan ji şîrê ajalan penîr çêkirine. Carinan jî ji hiriya miyan betanî çêkirine û mirov di şevên sar û seqemê de xistine nav xewnên kûr û dûr.
Bizinên hîtî ku li zozanên Kurdistanê diçêrin, ji ber ku hiriya wan zû dirêj dibe di nava salekê de du caran tên qusandin. Hiriya wan a dirêj ji ber ku bi hêsanî dibe ta, ji bo çêkirina betaniyan pir guncav e.
Çêkirina betaniyan di gelek merheleyan re derbas dibe û bêguman kedeke zêde jê re hewce ye. Hiriya ku hatî kirpandin tê ber destên jinan û li gor reng û qelîteya wan ji hev tê veqetandin û paşê jî tê şûştin.
Hiriya ku hatî veçirandin li ber destên jin û dayikên kedkar û zinaatkar teşe digirin û dibin ta. Hiriya ku li ser teşiyê dibe ta û gulok jê çêdibin, xeyalan jî bi xwe re berhev dike û amadekariya cih û warên nû dikin.
Piştî ku gulokên ta ji teşiyan derdikevin di mekîneyeke hêsan ku wekî tekerekî dizivire dibin gulokên biçûk. Da ku ta bi hêsanî were bikaranîn û destê hoste siviktir bibe, biçûkbûna gulokên ta pir girîng e.
Heta ku tê vê astê piraniya van karan bi destê jinan tê kirin. Piştî ku ta têne ser dezgehan êdî destkariya zilaman dest pê dike. Li ser textan firehiya betaniyê tê eyarkirin û paşê çêkirina betaniyê dest pê dike.
Tayên ku bûne gulok ji aliyekî text diavêjin aliyê din û bi saya depekî ta bi ser hev de tên şidandin. Bi vî awayî ta hevdû digirin û valahî namîne di navberê de. Carinan li ser betaniyan bi rengekî cuda nivîs jî tên nivîsandin. Hin betanî bi rengekî tenê tên çêkirin, lê hin ji wan bi rengên tevlîhev tên çêkirin. Bi tevahî heft rengên tayên betaniyên Sêrtê hene. Lê rengên bingehîn spî, reş û qehweyî ne.
Her çiqas betaniya Sêrtê bi nav û deng bûbe jî ji hiriya bizinên hîtî hin alavên din jî tên çêkirin. Sicadeyên nimêjê jî li gel kurdistaniyan xwedî girîngiyekê ne. Her wiha çêkirina tûrik û çenteyên milan jî berbelav e li herêmê.
Piştî ku çêkirina betanî yan jî sicadeyan diqede, ji ser text tê rakirin lê hê jî karê wan bi dawî nebûye. Da ku betanî û sicade ji hiriyê xilas bibin tên şûştin û şehkirin. Betaniya ku bi şehekî hesin tê şehkirin, hem ji pirça xwe ya zêde xelas dibe, hem jî nermtir dibe.
Betaniyên ku nîşaneya rengekî Kurdistanê ne bêtir bi germgirtina xwe bi nav û deng bûne. Lê bi hin taybetiyên din jî balê dikişînin ser xwe. Heke betanî wekî çarşefekê li ser nivîn were raxistin ji êşên laş ango ji bawîbûnê re gelek bi feyde ne. Ev kardestiyên xwezayî hem mirov germ digirin, hem jî êşan ji mirov dûr dixin.
Betaniyên Sêrtê li herêmê bi taybetiyeke xwe ya din jî balê dikişîne ser xwe. Dupişkên ku têne ser betaniyê nikarin tev bigerin. Ji ber ku zikê dûpişkan hinekî gincir e, dûpişk nikarin hereket bikin, her çiqas bixwazin xwe ji nav hiriyê xelas bikin jî ev yek ne pêkan e. Di nav hiriyê de asê dimînin, ji ber vê yekê jî bê bandor dimînin. Ev betanî li herêmê carinan ji ber vê yekê jî pir tê bikaranîn.
Ji ber ku çêkirina betaniyan ne hêsan e ango di gelek merhaleyan de derbas dibe çêkirina wan kêm bûye. Bêtir betaniyên li febrîqeyan tên çêkirin tên bikaranîn. Ji ber vê yekê hosteyên ku betaniyên xweşik ên ji hiriyê çêdikin jî kêm bûne. Lê ev yek nebûye sedema jibîrkirina betaniyên Sêrtê. Li gel binavûdengbûna li Kurdistanê, li welatên din jî belav bûye û pirî caran dikandar betaniyan dişînin derveyî welat jî.
Dewlemendiya xwezayê bi rengekî xwe nîşanî kurdistaniyan dike û dibe perçeyekî jiyana wan a xweser. Mirovan bi taybetiyeke din bi xwe ve girê dide û têkiliya di navbera kurdistaniyan û xwezayê de qayimtir dibe. Betaniyên Sêrtê jî ku ji hiriya bizinan tê çêkirin vê rihê daîm dike. Kurdistan bi her taybetiyeke xwe keskesora xwe dewlemendtir dike. Rengên welat dibin coş û serbilindiya erdnîgariyê.[1]