Gundê Xizênê
$• Di warê Erdnîgariyê de:$
Xizênê gundekî herî mezin a bajarê Kobanê ye. Navê xizênê li gorî ku kal û extiyarên gundê dibêjin ji xezîneyê ango gencîneyê hatiye. Her wiha wateyeke din jî heye ji ber ku der û berên dewlemend e û her tişt tê de tê çandin, lewma jê re gotine Xizênê. Gundê Xizênê 15 kîlo mitir ji Kobanî dûr dikeve. Ew mezintirîn gundê #kobanî# ye. Li rajavayê gund gundê Tevşo ye. Li rojhilat jî gundê Mixarcê ye û başûr wê jî Qelîjiwîrî ye û li bakur wê jî Mezra Sofiya ne.
$• Di warê Dîrokî de:$
Xizînê di sala 1700'î de hatiye avakirin ku nêzî 300 sal bûye nav li Xizênê hatiye kirin. Gelek tiştên dîrokî li xizînê hene, Wekî kevrê xizînê yê navdar derdora 250 salî bû ye ev kevir heye. Her wiha Zîyareta Şêx Berkat jî li gund heyeû ew ji Bapîrê gund tê hesêb. Tê gotin ku nêzî 260 ev zîyaret heye. Goristana gund jî pir kevin e.
$• Di warê serjimariyê de:$
Xizînê berî niha 300 de sal berê hatiye ava kirin. Ew yek ji gundewarên Kobaniyê ye. Serjimariya gund ji derdora 3 hezarî zêdetir e.
$• Di warê Aborî de:$
Xizînê debara xwe bi çandinî, bazirganî, xwedîkirina lawiran, Karê pîşesaziyê dikin. Axa xizînê ji sedî 96 kêrî çandiniyê tê. Li xezînê nîsk, pempo, ceh, genim, garis, bîstan, nok digihejin û gelek kes debara xwe bi van tiştan dikin.
$• Di warê Çandî de:$
Gelê xizînê, di warê parastina ziman û çanda kurdî de bi çîrokên dengbêjan xwe parastin e. Li navçeya xizînê jiyan bi kurdî ye. Çîrokbêjên wekî Osman Ebdî û dengbêjê berê wekî Hesenê Mûsû, Hemedê Şêxê stran û delal di odeyên mezin û dawetan digotin.
$Çavkanî:$
- Ji devê kal û extiyarên gundê Xizênê. [1]