$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Bakur Kûrtay
Nav paşnav: Yûsûf Ertaş
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Perîhan-Tahsîn
Dem û cihê şehadetê: 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Bakur li Wanê ji dayik bû û li nava malbateke kedkar mezin bû. Hevrêyê me ku di encama siyaseta dewleta Tirk a mêtinger de ya ku gelê me xizan dikir bi pirsgirêkên madî re rû bi rû ma, kete nava lêpirsîna sîstemê û di demeke kurt de rûyê rast ê dewleta dagirker dît. Hevrêyê me dît ku gelê me muhtacî pariyekî nan tê kirin, destûr nayê dayin ku bi nasnameya xwe ya azad bijî û gelek êrîş lê tê kirin. Lewma kete nava lêgerîna têkoşînê. Dema ku li metropolên Tirkiyeyê diçû zanîngehê, li hemberî êrîşên faşîst ên bi rêk û pêk ên li ser gelê Kurd, kete bin bandora têkoşîna rêxistinbûyî ya ciwanên Kurd, beşdarî nava karên ciwanan bû. Dema ku têkoşîn ji bo parastina mafên rewa yên ciwanên Kurd dimeşand, hate girtin, lê belê hevrêyê me Bakur ev yek ti carî qebûl nekir û li hemberî mejiyê dagirker timî kete nava têkoşînê. Hevrêyê me ku li zanîngehê di beşa sosyolojiyê de dixwend, bala xwe çû ser fikrên Rêbertî, kete bin bandora felsefeya jiyanê ya xeta jiyaneke nû û bi rûmet. Hevrêyê me Bakur anî ziman ku dema pirtûka 'Sosyolojiya Azadiyê' ya Rêber Apo xwend, bersiv ji hemû pirsgirêkan re dît, rol û mîsyona dîrokî ya gerîlayên azadiyê dît û di sala 2014'an de tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû.
Piştî perwerdeya şervanên nû derbasî herêma Zapê bû, di demeke kurt de li çiyayên azad ên Kurdistanê bi jiyana azad re bû yek. Bi hezkirina hevrêtiyê û tevlîbûna xwe ya ji dil, li nava hevrêyên xwe bû cihê hezkirin û hurmetê. Bû milîtanekî mînak ê PKK'ê. Di nava her şert û mercî de xwedî li mîrateya bi heybet a bi hezaran şehîdên me derket, bi fedaîbûnê ji xwe re kir armanca bingehîn ku derbên herî giran li dagirkeran bixe. Hevrêyê me Bakur li ser vê bingehê tevlî nava Hêzên taybet bû, kûrbûna xwe derbasî pratîkê kir û enerjiyeke mezin afirand. Hevrêyê me di felsefeya Rêbertî de gelekî kûr bû, agahî û danheviya xwe her tim bi hevrêyên xwe re parve kir. Bi rêbaza xwe ya tevlîbûnê ya xurt û bi îdîa, zû bû pêşeng û her wezîfe jî bi serketî bi cih anî.[1]