$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Dara Serhildan
Nav paşnav: Fatîh Îpekten
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Selîme-Mehmet Şerîf
Dem û cihê şehadetê: Gever 2018-9-08
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Dara li bajarê serhildanan li Mêrdînê ji dayik bû, li nava malbateke welatparêz a dilsozê nirxên gelê me mezin bû. Ji ber zextên dagirkeran neçar ma ku tevî malbata xwe koçî Stenbolê bike û têkiliyên bi Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê re ti carî qut nekir. Li metropolên Tirkiyeyê li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên bi rêk û pêk li dijî gelê me bi taybetî jî li hemberî ciwanên Kurd tên meşandin di sala 2015'an de tevlî nava refên gerîla bû û bi sekna şoreşgerî bersiv da dagirkeran. Hevrêyê me li qada Cîlo perwerdeya şervanên nû wergirt û zû hînî şert û mercên giran ên Zagrosê bû, bi kelecaneke mezin dest bi gerîlatiyê kir. Li hemberî êrişên tunekirinê yên dewleta Tirk a mêtinger ên sala 2015'an, hevrêyê me Dara li refên herî pêş cih girt, têkoşîneke bi bandor meşand û di demeke kurt de di şer de xurt bû, bû gerîlayekî şareza. Hevrêyê me yê ciwan enerjiya xwe ya jiyanê ya xurt li her qadê xiste meriyetê, bi kesayetiya xwe ya kedkar û fedayî jî li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hezkirin û hurmetê. Ji bo di felsefeya Rêber Apo de şareza bibe timî kûr dibû û di demeke kurt de bû xwedî danheviyeke mezin, agahiyên xwe jî bi hevrêyên xwe re parve kir. Ji roja ku tevlî bû heta roja şehîd bû li qada Cîlo gerîlatî bi serketî bi cih anî. Hevrêyê me Dara wê rêya me hevrêyên wî ronî bike.[1]