$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav: Mazlûm Kizil
Nasnav: Mazlûm Tûfan
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Nûrê-Mûrat
Dem û cihê şehadetê: Besta 2018-9-08
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Mazlûm li Mêrdînê ji dayik bû ku li vê herêma me hişmendî û çanda welatparêziyê timî li pêş e. Li nava malbateke hêja mezin bû ku gelek tevlî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê kir. Hevrêyê me Mazlûm ji ber zext û êrişên dewleta Tirk a dagirker neçar ma ku tevî malbata xwe koçî Stenbolê bike û ji bo tevkariya madî li malbata xwe bike di karên cuda de xebitî. Li gel êrişên înkar û tunekirinê yên dagirkeran jî hevrêyê me her tim cihê xwe di nava têkoşînê de girt. Beşdarî nava karên ciwanan bû û ji bo ciwanên Kurd ji polîtîkayên asîmîlasyonê yên dagirkeran biparêze gelekî hewl da. Gelek caran bû hedefa êrişên dagirkeran û hate destgîrkirin. Hevrêyê me ti carî serî li ber dagirkeran netewand, sala 2010'an tevlî nava refên gerîla bû û helwesta şoreşgerî nîşan da. Piştî perwerdeya şervanên nû demekê li Garê ma û piştre derbasî Zagrosan bû, gerîlatiya xwe li vê qadê dewam kir. Di demeke kurt de bi vê cografya zehmet re bû yek, bi daxwazeke mezin karên şoreşgerî hembêz kir û pratîkeke xurt a gerîlatiyê nîşan da. Hevrêyê me ku bi taybetmendiyên xwe yên leşkerî li pêş bû, di demeke kurt de bû fermandar û li qadê pêşengî kir. Beşdarî gelek çalakiyan bû û bû xwedî kedeke mezin ku derbên giran li dagirkeran xist. Bi kesayetiya xwe ya kedkar biçûk an jî mezin hemû wezîfeyên xwe bi eşq û têkoşîneke mezin bi cih anî û bi vî rengî ji hevrêyên xwe re her tim bû mînak. Bi dilsoziya xwe ya bêteredût a bi xeta şehîdan û Rêber Apo bû xwedî pratîka bênavber a şoreşgerî û tecrûbeya xwe ya gerîlatiyê jî bi hevrêyên xwe re timî parve kir. Xwe li armanca serketinê ya partiya me asê kir û enerjiyeke bêdawî ya şoreşgerî afirand. Wê her tim di têkoşîna me de bê bîranîn û rêya me ronî bike.[1]