$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Şahan Cîlo
Nav paşnav: Bariş Demîr
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Gulîzar-Mehmet Alî
Dem û cihê şehadetê: Wan 06.07.2018
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Şahan li Wanê ji dayik bû û li nava malbateke welatparêz ku dilsozê nirxên Kurdistanî ye mezin bû. Hevrêyê me Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê zû nas kir û di jiyana xwe de timî bû xwedî xeteke têkoşînê. Hevrêyê me Şahan di demekê de ku êrişên giran li ser partiya me û gelê me dihate kirin, tevlî nava refên gerîla bû û rê nîşanî ciwanên Kurd ên bi rûmet da. Hevrêyê me sala 2008'an li Xakurkê perwerdeya şervanên nû temam kir û bi daxwazeke mezin tevlî nava karên şoreşê bû. Hevrêyê me Şahan zû bi pêş ket û bû fermandar, derbasî Zagrosan bû demeke dirêj li vê derê gerîlatî kir û sala 2014'an berê xwe da navenda gerîlatiyê qada Botanê. Hevrêyê me li her cihê ku lê ma bi rengekî serketî wezîfeyên xwe yên şoreşê bi cih anî, di têkoşîna me ya şoreşê de bû xwedî kedeke mezin. Bi tevlîbûna xwe ya ji dil, bi hezkirina ji hevrêyên xwe û kesayetiya xwe di nava hevrêyan de bû cihê hezkirin û hurmetê. Di şer û jiyanê de bû fermandarekî pêşeng. Ji bo taktîkên serdema nû bixe pratîkê her tim kûr dibû û tecrûbeyên xwe, çand û exlaqa partiyê her tim ji şervanên ciwan ên li gel re vedigot. Tevlî gelek çalakiyan bûn ên li dijî dewleta Tirk a dagirker hatin lidarxistin û derbên giran li dagirkeran xist. Hevrêyê me Şahan hêrsa xwe bi rêxistin kir ku veguherand çavkaniyeke mezin a hêzê. Hevrêyê me Şahan bû milîtanekî leheng ê felsefeya Rêber Apo, li her devera lê ma xeta jiyanê ya Partiyê bi xurtî bi cih anî û parast. Di xeta şehîdan de bêteredût meşiya û wê her tim di têkoşîna me de bê bîranîn û rêya me ronî bike.[1]