Bêrîvan Karatorak
Ev der sûrên Amedê ne. Ev dîwarên qayîm ku bi hezarê salan e li ser piyan e, bi kevirên bazalt hatiye honandin. Ev kevir remzek giranbuha yê Amedê ye…
Taybetmendiyên Kurdistanê bi jimartinê naqedin. Dîsa em ê behsa girîngiyeke wê bikin ku bingeha berhemên giranbuha ye.
Gelek cihên dîrokî hene ku di her gera xwe de mirov bi mîmariya wan şaşwaz dibe. Di bîranînên me de cih digirin, dibin perçeyek ji jiyana me. Lê gelo em lê fikirîne ku bingeha wan mîmariyan çawa ye an jî kevirên wan mîmariyan ji ku tên û çawa peyda dibin?
Rengên Welat vê carê berê xwe dide çiyayê Qerecdaxê ku kevirên bazalt li wir peyda dibin. Kevirên bazalt, piştî ku çiyayên volkanîk diteqin ji bermahîkên ku direşin derdorê çêdibin. Ji ber ku rêjeya germahiya hundirê çiyayên volkanîk pir zêde ye, hemû tiştên di nav wan de wekî avê herikbar in. Lê belê piştî ku volkan diteqin lavên li derdora çiyayan rijiyayî sar dibin. Piştî sarbûnê jî hişk dibin û dibin kevir. Lê ji ber ku ji germahiyeke pir zêde derketine û paşê sar bûne, ev kevir kevirên pir hişk ango qayim in.
Bazalt, li derdora Amedê bi piranî li çiyayê volkanîk ê Qerecdaxê peyda dibe. Rengê kevirên bazalt reş, an jî gewrekî tarî ye. Ji ber vê yekê ye ku wexta mirov li Amedê digere avahiyên derdora wê gewr in. Ji bilî avahiyan jî, bajar kembereke zîvîn li xwe pêçaye.
Ev cure kevir pir hişk in û ji kevirên din qayimtir in. Di nav avê de naherifin, zingar nagirin û belav nabin. Ji ber vê yekê bi salan tu tişt ji wan nayê. Li cihên ku têne bikaranîn bi sedsalan hebûna xwe diparêzin.
Li gel avhewaya hişk û şertên zehmet ên xwezayê jî kevirên herî qayim in. Ji ber ku li gor avhewayê zû naherifin, li cihê ku tên bikaranîn jî bi salan wekî xwe dimînin. Di avahiyên ku tên bikaranîn de germahiyê kontrol dikin. Zivistanan nahêlin ku sermayeke tund hebe û havînan jî dikin ku hundir hênik be.
Li gor hin çavkaniyan kevirên bazalt ji tenduristiyê re jî baş in. Rast e ku ji encama teqîna volkanan pêk tên lê ji aliye tenduristiyê ve tu bandora wan a xerab tune ye. Berovajî vê yekê ji ber ku havînan malan hênik dihêlin û zivistanan jî hundir germ dimîne nahêle ku di malê de alavên bi elektrîk bêne bikaranîn û bandora neyînî a ceyranê li ser mirovan çêbibe.
Gelek cureyên kevirên bazalt hene lê du cureyên kevirên bazalt ên Amedê hene. Bazaltên qulqulkî û bazaltên nequl. Bazaltên nequl ji kevirên qulqulkî hişktir in. Di mîmariyan de mirov dibîne ku di derî û paceyan de bazaltên nequl hatine bikaranîn. Di dîwaran de jî bi piranî bazaltên qulqulkî hatine bikaranîn. Ji ber ku bazaltên nequl qayimtir in xwestine derî û pace ango cihên girîng saxlem bin.
Li Qerejdaxê û li navenda Amedê kargehên ku kevirên bazalt şahîk dikin û şikl didin wan hene. Bi rastî ev yek karekî pir zehmet e. Kevirên qerase ji cihên wan rake û bîne ji nû ve wan bike şiklekî. Bi mekîneyên mezin keviran tînin û ev yek rewşeke têra xwe tirsnak e.
Kargehên ku li ser bazaltan dixebitin, keviran hem dişînin bajarên Kurdistanê hem jî dişînin welatên biyanî jî… ji welatên derve gelek daxwazên bazaltan hene lê hem ji ber giraniya wan hem jî ji ber bê derfetiyan şandina wan zehmet e. Li gel vê yekê jî karsaz hewl didin ku keviran bişînin.
Lê belê êdî ev kevir wekî zemanê berê di lêkirina dîwaran de kêm tên bikaranîn. Lê belê bikaranîna wan a di sektora avahîsaziyê de berdewam e. Dibe ku şiklê bikaranînê guherîbe lê bazalt hê jî yek ji wan kevirên herî hêja ye.
Wekî ku ji navê wan jî tê fêmkirin kevirên bazalt li Amedê pir in. Ji ber wê yekê ye ku gelek mîmariyên dîrokî yên Amedê bi kevirên bazalt hatine çêkirin. Mirov li kîjan kuçe û kolanên Amedê binêre, dibîne ku kevirên bazalt hatine bikaranîn. Mînaka herî li berçav jî Sûrên Amedê ne.
Vaye Sûrên Amedê…
Bedena kevnar, parastgeha şaristaniyan û sitargeha gelên Mezopotamya…
Piraniya Sûrên Amedê ji kevirên bazalt ên Amedê hatine çêkirin. Bi rehetî mirov dikare bibêje ku ji ber vê yekê sûr heta roja me li ser piya mane.
Ku mirov Amedê tîne ber çavê xwe mirov kûr û dûr diçe. Rengê her welatekî heye, bêhna her bajarekî… Rengê amedê jî gewr e. Bajarekî di nav sûran de diqilqile û mîna volkanekî tim li benda teqînê ye.
Her wiha li Amedê gelek mîmariyên balkêş û xwedî dîrokeke qedîm hene. Ku mirov bingeha mîmariyan nekole, dibe ku mirov tênegihije ka çima ev mîmarî ew qas balkêş û nû ne.
Li keleha navîn em berê xwe bidin Dêra Saint George, em ê bibinin ku ew dêra giranbuha jî bi kevirên bazalt hatiye avakirin.
Her wiha malên navdar yên Amedê jî dîsa bi van keviran hatine honandin. Ev xaniyên bi hewş, digel teknolojî ewqas bi pêşketiye, hê jî xaniyên ku mirov lê digerin û dixwazin bibin rûniştvanê wê.
Qayîmbûn û saxlembûna bazaltan li bajarên derdora Amedê jî deng vedaye. Ji ber vê yekê ye ku li hin bajaran mirov rastî mîmariyên ji kevirên bazalt tê.
Di her rengekî Kurdistanê de mirov ne tenê rastî rengekî tê. Di nava rengekî de gelek ton ên ji hev cuda hene…
Bazalt yek ji wan rengên Kurdistanê yê bingehîn e. Mirov berê xwe bide kîjan alî, dibîne ku çend rengên balkêş tevlîhev bûne. Her yek ji wan tabloyekê temam dikin. Bêyî rengekî jî wêne kêm dimîne, wate qels dibe.
Ev der Sûrên Amedê ne…
Ev dîwarên ha bi kevirên bazalt hatine honandin.
Ev kevir êdî rengê Amedê ye…
[1]