$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Mêrxas Goyî
Nav û paşnav: Davût Yildirim
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê dê û bav: Durî - Hasan
Dîrok û cihê şehadetê: Herêmên Parastinê yên Medyayê 03-09-2016
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevalê me Mêrxas li bajarê welatparêz ê Şirnexê ji dayik bûye. Wî ji derdora xwe û malbata xwe çanda berxwedanê dewr stendiye. Ew bûye şahidê êriş û polîtîkayên asîmîlasyonê yên ku dewleta Tirk a dagirker li ser ciwanan dike û li hemberî van êrişan di temenekî ciwan de tevlî nav eniya berxwedanê bûye. Ji bo azadiya gelê me û azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me, wî bawerî pê aniye ku divê têkoşîneke xurt a bênavber were domandin û di sala 2014’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye. Di nava demeke kurt de ew hînî jiyana gerîlatiyê bûye û derbasî qadên têkoşînê bûye. Hevalê me bi Zagrosê ya berxwedêr re bûye yek û bûye parçeyekî berxwedana li hemberî dagirkeran. Hevalê me kûrbûna li ser felsefeya Rêber Apo ji xwe re kiriye esas û her dem girêdayî têkiliyên hevaltiyê yên pîroz a di nav PKK’ê de maye. Di têkoşîna me ya li ser xeta serfiraziyê wê hevalê me Mêrxas her dem pêşiya me ronî bike.[1]