$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Bager Fedakar
Nav û paşnav: Muzever Kûtlû
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê dê û bav: Hatîce - Mehmet
Dîrok û cihê şehadetê: Herêmên Parastinê yên Medyayê 03-09-2016
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevalê me Bager li bajarê serhildanan li Şirnexê ji dayik bûye û di nav malbateke welatparêz de mezin bûye. Li hemberî êrişên li ser gelê me yê li Rojava birayê hevalê me Bager, Bager Cîzre (Savaş Kûtlû) wekî gelek ciwanên Kurd ên welatparêz derbasî Rojava bûye û di Îlona 2014’an de di operasyonên li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de şehîd bûye. Hevalê me Bager çeka birayê xwe li erdê nehiştiye û di sala 2015’an de li ser esasê xwedî li mîrateya şehîdan derbikeve, tevlî nav refên gerîlayên azadiya Kurdistanê bûye. Hevalê me di nava demeke kurt de hînî gerîlatiyê bûye û li çiyayên Kurdistanê bûye gerîlayekî profesyonel. Hevalê me Bager bi enerjiya xwe ya ciwaniyê li her dera ku xebitiye daye hevalên xwe û berpirsyariyên kesayetiya milîtan bi cih aniye. Em rêhevalên wî jî diyar dikin em ê mîrateya têkoşînê ya şehîdên xwe bi serfiraziyê tacîdar bikin.[1]