Jinên sûriyeyî ji zilma dîrokî ber bi zindanên tarî ve
Dildarê Amedê
Bi salan e li Sûriyeyê şerekî dûvedirêj û dijwar heye ku li pey xwe wêranî, êş û azarên mezin hiştiye. Jinên ku wekî nîvê civakê tên binavkirin bi hin kiryarên qirêj re rû bi rû man ku di dema cahilyetê de jî zilm û zordariya wiha nehatibû serê wan. Heta bi kiryarên cahilyetê yên ku jinan ji xwe re wekî alavekê ji bo têkiliyên zayendî û kêfa xwe bikar dianîn jî li ber kiryarên komên çete ên di van 10 salên dawî de li Sûriyeyê kirine kêm û hêsantir dimînin.
Beriya aloziya Sûriyeyê jî her çendî bi gotina rejîma Şamê banga wekheviya jinan û mêran dikir lê di rastiya xwe de û di warê pratîkê de jinên Sûriyeyê di warê siyasî û civakî de ji hemû mafên xwe bêpar bûn.
Di sala 2018’an de Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, raporek der barê jinên Sûriyeyê de weşand. Li gorî wê raporê li ser rewşa jinên sûriyeyî ya berî şer û pevçûnan rawestiyaye û gotiye ku di wê demê de jî jinên Sûriyeyê bi tundiya malbatî, tundiya zayendî, kuştinên di bin navê namûsê de, tecawiz û gelek rengên tundiya li dijî jinan re rû bi rû mane. Piştî alozî û şerê li Sûriyeyê dest pê kir êdî bê ser û ber şêweyên nû ên tundiya li dijî jinan derketin holê û kiryarên ji serdemên zilm û zordariya cahiliyetê xerabtir bi xwe re anîn. Li gelek deverên Sûriyeyê bûyerên wekî tecawizên komî ji alî komên çete ve hatin kirin, gelek caran ew yek ji alî karmend û leşkerên rejîmê ve jî pêk hatin. Jinên Sûriyeyî hatin recimkirin û qamçîkirin. Neçar hiştin ku jin zewaca (mutaa) bi wan re bikin.
Her wiha li gorî raporên Saziya Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê ji adara 2011’an û heta adara 2021’ê 13 hezar û 843 jinên ku temenê wan di ser 18 salî re ye di şerê di navbera aliyan de hatine kuştin. Her wiha li gorî çavdêriyên heman saziyê ji 105 hezarên ku di zindanên rejîmê de bi îşkenceyên giran re rû bi rû mane di nav wan de navê 67 jinên ku di îşkenceyê de hatine kuştin jî hene.
Hemû şêweyên dermirovî li dijî jinên sûriyeyî hatin ceribandin, ew bi ceyranê işkence dikirin, li wan didan, ew dixistin nava girtiyên mêr û li wir dihatin tecawizkirin. Her wiha li gorî raporên Saziya Çavdêriya Mafê Mirovan (SOHR) ji sala 2013’an ve zêdeyî 15 hezar jin hatine girtin û binçavkirin.
Ji avakirina artêşa jinan a YPJ ku nav û dengê wê di tekoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê de li hemû cîhanê belav bû û heta bi pergala hevserokatiyê ku li hemû saziyên Rêveberiya Xweser hatiye pêkanîn li Sûriyeyê gelek guhertinan pêk anî. Her wiha bi sedan saziyên taybet bi jinan li wê herêmê hatine avakirin.
Li gorî min Kêmasiya herî mezin ya vê rapor û dosyayê ew e ku guhertinên mezin ên piştî şoreşa rojavayê Kurdistanê li hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê negirtiye ber çavan.
Di vê gotarê de têkoşîna jinan ya li Sûriyeyê wekî kêmasiyeke mezin maye û bi rastî heke mirov behsa deskeftiyên bi tekoşîna jinan li wê herêmê hatine bidestxistin bike, divê mirov dosyayeke berfireh, têr û tijî di wê der barê de amade bike ku bikaribe wê mijarê ronî bike.[1]