Nav: Rend
Nasnav: Zari'î
jidayikbûyê: 1982
Cihê jidayikbûnê: Bane, Rojhilat
$jiyanname$
Rend zari'î li sala 1982an li bajarê bane ya rojhilatê kurdiatanê jidayikbûye. xwendina xwe ya seretayî û navendî jî her li bajarê banê Temam kirîye. Di temenek gelek zûde Têkilî cîhana siyasî dibe, Temenê 18 salîyê de tevlî rêzên hizba dimokratê dibe û nêzî 10 salan wek pêşmerge xebatkarê wê partê dimîne. di wan 10 salên xebata xwe de bi gelek erkên cuda rabûye, ku yek ji wan berpirsê yeketiya lawane. Li gel erkê xwe yê pêşmergayetiyê, xwandina xwe ya paş navendiyê li başûrê kurdistan bi dumahîk tîne. li temenê 19 saliyê ve bi awayek cidî dest daye nivîsîn û wergeranê. wek bi xwe dibêje: ''hindî bîra min tê ez şeydayê nivîsîn û xwandinê bûm, ez gelek biçûk bûm ku min çîrok û serpêhatiyên xwe dinvîsîn, paşê li temenê nûciwaniyê de min dest daye nivîsîna helbestê û min xwast wek wergêr rêça ferhengiya xwe berdewam bikim''.
Li sala 2010ê koç dike awrûpayê û li welatê norwecê xwecih dibe. her li welatê norwecê dîsa jinûve xwandina paşnavendiyê dixwîne û paşê li zankoya osloyê beşa civaknasiyê timam dike. Niha li wleatê swêdê dijît û jiyana hevbeş li gel Hêro Parsa (keça şehîd teha kirmanc) pêkînaye. Rend zari'î heta sala 2010ê hemû berhemên xwe bi navê 'smaîl zari'î çap û belav kirîne.
$Berhemên çapkirî (wergeran û nivîsîn):$
Nivîsîn li biwarê zanistîda:
• Ostûrey çwarçêwe - Karl Popper
• Tiyorî rêkxiraw - Stephen Robbins
• Binemakanî berêwebirdin - D.Elî rezaiyan
Nivîsîn li biwarê siyasîda:
• Waney em sedeye - Karl Popper
Nivîsîn li biwarê dîrokêda:
• Mêjûy dûwawan - Jørgen Læssøe
Nivîsîn li biwarê wêje û vegêranêda:
• Nêtoşka nêsvanova - Fyodor Dostoyevsky
• çaweşînekanî seg - Gabriel García Márquez
• Jak û axakey - Milan Kundera
• Yadaştekanî mamostayekî qutabxane - Frida Vigdorova
• Hawjan (Roman)
• Hana (Roman)
Nivîsîn li biwarê ziman û felsefeya zimanî:
• Ziman, wergêran û pêwendî kultûrekan - Hisên Ye'qûbî
• Pêkhate û hêrmonetîk - babek ehmedî
• Rexne û heqîqet - Roland Barthes
• çêjî deq - Roland Barthes
• wergêran û peyamî wergêr - mihemedî qazî
• Hizirvanan - Bryan Magee
Ferheng (gotin û pendê pêşînan):
• Ferhengî pendî kurdî
• Ferhengî rend [1]