$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Berxwedan Qoser
Nav Paşnav: Yakûp Aba
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê Dayik - Bav: Edla - Memdûh
Cih û demê şehadetê: Wan 2022-08-28
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Berxwedan li navçeya Qoserê ya Mêrdînê ku yek ji bajarên me ye ku welatparêzî herî zêde lê zindî ye, di malbateke welatparêz de hat dinê. Hevrêyê me Berxwedan bi çanda xwe ve girêdayî mezin bûye, pêkhateya civakî ya ku jê tê bi çanda Kurdî ve girêdayî ye. Hevrêyê me yê ku li hawîrdoreke wiha kesayeta wî teşe girtiye, bi salên ku derbas bûne kariye vê çandê veguherîne rêgeza jiyanê. Hevrêyê me Berxwedan li dijî polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê yên dewleta Tirk ku di şexsê ciwanan de li ser gelê Kurd tê meşandin gelek bi hêrs bû. Hevrêyê me Berxwedan ketiye ferqa ku heta kontrolkirina kîn û hêrs çênebe, ew nikare têkoşînek bi zanabûn bimeşîne. Li ser vê bingehê van hestan kiriye zemîna têkoşînê û di têkoşîna xwe de bi ser ket. Hevrêyê me Berxwedan ku pê zane ku partiya me PKK’ê yekane tevger e ku li dijî hemû polîtîkayên komkujî û asîmîlasyonê yên dewleta Tirk a mêtinger û qirker têdikoşe û tola êşên gelê me hiltîne, kîn û hêrsa xwe kiriye zemîna têkoşînê û pê bawer kiriye ku divê di nava vê tevgerê de cih bigire û biryar daye tevlî bibe.
Hevrêyê me Berxwedan ku di sala 2015’an de li Merdînê ku lê ji dayik bûye tevlî nava refên gerîla bû û piştre ji bo perwerdehiya şervaniya nû bibîne derbasî herêma Metîna bû. Ji roja ewil a tevlîbûnê bi heyraniya li hember jiyana gerîlatiyê û bi heyecana ku di derdoreke bi vî rengî de ye, tevlî jiyanê bû. Hevrêyê me Berxwedan ku perwerdehiya şervaniya nû bi serketî bi dawî kir, li qada Metîna jî yekemîn pratîka xwe ya gerîla pêk anî. Ji roja ewil ku çû qadên ku lê bû, bi ked û tevlêbûna xwe ya bi cewher karîbû bal û qîmeta hemû hevrêyên xwe bi dest bixe. Hevrêyê me Berxwedan ku dixwaze bi avaniya xwe ya jiyanî û mutewazî di nav hemû xebatên pratîk de cih bigire, di hemû hawîrdoran de di xweşkirina jiyanê de xwedî pareke mezin e. Hevrêyê me Berxwedan ku bi nêzîkatiya xwe ya ji dil û ji erk re, ji aliyê hevrêyên xwe ve weke mînak hate girtin, di hemû erkên xwe de ji bilî serkeftinê ti pîvan qebûl nekir. Hevrêyê me Berxwedan ku pê zane ku zanebûn û tecrûbeya leşkerî ya bi dest xistiye wê têra gerîlayeke profesyonel neke, ji bo xwe ji aliyê îdeolojîk ve perwerde bike her tim di nava hewldanê de bû. Di vê pêvajoyê de li Akademiya Mahsûm Korkmaz perwerde dît. Di vê pêvajoya perwerdeyê de li ser têgihiştin û pêkanîna felsefeya Rêbertiyê lêhûrbûye. Dîsa hevrêyê me Berxwedan di pêvajoya perwerdehiyê de, kêmasiyên xwe yên di pratîkê de ber çav re derbas kiriye û li ser rê û rêbazên derbaskirinê lêhurbûye. Hevrêyê me Berxwedan ku di pêvajoya perwerdeyê de serketî bû, bi dersên ku ji pratîkên berê girtibû, hîn xurtir dest bi pratîkê kir. Hevrêyê me Berxwedan ku di dema pratîka xwe de erkên cuda girt ser milê xwe, ji bo van erkên xwe bi serketî bi cih bîne têkoşiya. Di dema erka xwe de bi tevlêbûna xwe ya jidil û kedkar hurmeta hemû hevrêyên xwe girt. Hevrêyê me Berxwedan di 28’ê Tebaxa 2022’yan de li herêma Geliyê Îdilê ya Wanê di dema li ser erka xwe bû, li dijî operasyonên dijmin heta nefesa xwe ya dawî şer kir û tevlî kerwana şehîdan bû. Hevrêyê me Berxwedan bi tevlêbûna xwe ya jidil, kedkar û bê hesab mîraseke mezin hiştiye. Em weke şopdarên wan soz didin ku em ê li ser bîranîna hemû şehîdên xwe bi taybet hevrê Berxwedan bisekinin û xeyalên wan bi serkeftinê tacîdar bikin.[1]